HDP'ê li Hezex û Silopiyê gel vexwend Newrozê 2021-03-19 16:13:58   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya navçeyên Hezex û Sîlopiyê gel vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Herêma Botanê lez dan xebatên Newrozê. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê û Sîlopyayê bi kincên herêmî bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêveber û endamên partiyê  esnaf hatin ziyaretkirin.   Di serdanê de Newroza gel hat pîrozkirin û gel vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.