Li Cizîrê 6 kesên ku hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtinê ya parêzeran

  • 12:15 19 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê 6 kesên ku hatin binçavkirin re biryara qedexeya hevdîtinê ya parêzeran hat dayîn. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hadiye Yayik, endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Can, endamên PM'yê yên HDP'ê Azad Polat û Koçer Sason, welatiyên bi navê Ruşen Sansak û Kiyasettîn Kalkan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
6 kesên ku sedema binçavkirina wan nayê zanîn li midûriyeta polîsan tên girtin. Her wiha biryara qedexeya hevdîtinê ya parêzeran hat dayîn.