Li Cizîrê 6 kesên ku hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtinê ya parêzeran 2021-03-19 12:15:38   ŞIRNEX - Li Cizîrê 6 kesên ku hatin binçavkirin re biryara qedexeya hevdîtinê ya parêzeran hat dayîn.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hadiye Yayik, endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berfîn Can, endamên PM'yê yên HDP'ê Azad Polat û Koçer Sason, welatiyên bi navê Ruşen Sansak û Kiyasettîn Kalkan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    6 kesên ku sedema binçavkirina wan nayê zanîn li midûriyeta polîsan tên girtin. Her wiha biryara qedexeya hevdîtinê ya parêzeran hat dayîn.