Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayin
- 09:31 19 Adar 2021
- Rojane
HATAY - Ji bo pîrozbahiya 21'ê Adarê ya Newrozê ya li Îskenderûnê destûr hat dayin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûnê ji bo pîrozbahiya 21'ê Adarê serî li qeymeqamtiyê dabû. Ew ê li Kuçeya Yildirimtepe di 21'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin û ew ê Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan beşdarî Newrozê bibe. Her wiha ew ê Hunermend Baran Bozyel li ser dikê cihê xwe bigire.