Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayin 2021-03-19 09:31:40     HATAY - Ji bo pîrozbahiya 21'ê Adarê ya Newrozê ya li Îskenderûnê destûr hat dayin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûnê ji bo pîrozbahiya 21'ê Adarê serî li qeymeqamtiyê dabû. Ew ê li Kuçeya Yildirimtepe di 21'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin û ew ê Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan beşdarî Newrozê bibe. Her wiha ew ê Hunermend Baran Bozyel li ser dikê cihê xwe bigire.