Jinên Cizîrê: Bi rihê 92'an em ê li qada Newrozê bin

  • 09:29 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekariyên ku tên kirin bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Jinên Cizîrê, bang hemû gelê Botanê kirin ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin û gotin ku ew ê bi rihê 92'an li qada Newrozê bin.
 
Amadekariyên Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” ku dê bê pîroz kirin li her deverê berdewam dikin. Komîteya Amadekar a Newrozê xebatên xwe yên ji bo pîrozbahiya Newroza ku dê  hem li navenda Şirnexê û hem jî li naçeya Cizîrê bê pîrozkirin didomînin. Newroz li Şirnexê dê li qada Newrozê ya li pişt Otela Şehrînuhê ye bê pîrozkirin. Her wiha Cizîra ku bi pîrozbahiya Newroza 1992'yan tê nasîn jî dê pîrozbahiya xwe li Qada Newrozê ya ku li Taxa Konakê ye pîroz bike.
 
Li herema ku ji pîrozbahiya Newrozê re roj mane kêfxweşî û kelecanek mezin heye ji bo Newrozê. Jinên cizîrê ji bo newroza ku dê bê pîrozkirin kelecana xwe anîn ziman û bang li gelê Botanê kirin ku tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.  
 
'Newroz vejîn e'
 
Hevseroka Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, di serî de Newroza hemû gelê kurd ji niha ve pîroz kir  û got Newroz ji bo gelê Botanê xwedî xwedî wateyeke taybet e û dema dibêjin Newroz kelecanî dibin. Zîlan wiha berdewam kir: "Newroz ji bo me cejneke dîrokî ye. Ji ber ku Cizîr bi bi berxwedana Newroza sala 92'an tê nasîn. Newroz li Botanê wek berxwedan û serhildanekê tê pîrozkirin. Sala borî me ji ber nexwşiya pandemiyê bi girseyî Newroz pîroz nekir. Gelê me yê Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê hefteyeke dest bi amadekariyên xwe kirine. Li Cizîrê coş û kelecanekê mezin heye û em li benda roja Newrozê ne. Newroz berxwedan, serhildan û têkoşîn e. Newroz vejîne û xwe nûkirin e. . Newroz Cejneke navneteweyî ye."           
 
'Gê Botanê ji Newrozê re amade ye'
 
Zîlanê, destnîşan kir ku ew ê di Newrozê de banga azadî, aştî û berxwedanê bikin û wiha pêlda axaftina xwe: "Em bi rihê berxwedan û serkeftinê di qadan bin. Gelê me ji Newrozê re amade ye. Xebatên me yên Newrozê bi rojane dest pê kirine û hîn jî berdewam dikin. Me li hemû tax û kolanan belavok belav kirin û gelê xwe vexwend Newrozê. Ji xwe gelê me yê Botanê tim ji Newrozê re amade ye.  Dê parlamenter û hûnermendên me beşdarî pîrozbahiyê bibin. Em bang hemû gelê Botanê dikin ku werin em li qada Newrozê bigihîjin hev. Bila hemû gelê me bi rihê Newroza 92'an tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Em ê bi berxwedana Bêrîvanê li qada Newrozê bin û bi dengê xwe Botanê bihejînin."
 
'Bila gelê me hemû rabe ser piyan'
 
Jina bi navê Aynur Elçîoglu jî destnîşan kir ku ew dema 7 saliya bûye tevlî Newroza Cizîrê ya 1992'an bûye û ev tişt anî ziman: "Ji wê rojê vir de ez tim diçim pîrozbahiya Newrozê. Em Newrozê wek cejnê dibînin. Newroz ji bo me serhildane û morale. Newroz ji bo me gelek girînge. Em her sal li benda vê rojê dimînin. Em di sala 92'an de çawa ji heft salî heta heftê salî tevlî Newrozê dibûn niha jî em ê bi heman awayî em tevlî bibin. Dema Newroz tê hem mezin û hem jî zarok kelecana wan zêde dibe. di 92'yan de ez 7 slaî bûm. Gelê me tu destûr ji kesekî negirt û hemû rabûn berxwedanê. Em niha jî astengiyan nas nakin û em ê bi hemû coşa xwe li qadan bin.  Em em bi kelecaneke mezin li benda Newrozê ne.  Daxwaziya me ew e ku jiyanek azad û wekhev em bijîn. Divê hemû gelê me rabe ser piyan û Newroza xwe pîroz bike."
 
'Gelê Botanê bi rojanin benda vê rojê ye'
 
Hatîce Beytûr jî bang li hemû gelê Botanê kir ku di 21'ê Adarê de tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Newroz ji bo me tê wateya serhildan û hatina biharê. Em dixwazin Newroza me ya îsal jî wekî salên berê bi coş derbas bibe. Her wiha em tu carî astengiyan nas nakin. Em ê li her qadê pîrozbahiya xwe bikin. Banga min ji hemû gelê Botanê ku bi kincên xwe yên kurdî tevlî Newrozê bibe. Gelê Botanê bi rojane li benda vê rojê ye. Em dixwazin di vê Newroza îsal de jiyanek azad û wekhev bê avakirin. Banga min ji hemû gelan re ew e ku ji bo jiyanek azad em li qadan bin. Bila gelê me yê Botanê tevlî Newrozê bibe. Em jin jiyanek wekhev dixwazin."