Amedî ji bo hewildana girtina HDP'ê dibêjin çi?

  • 09:12 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
AMED - Jinên hewildana ji bo girtina HDP'ê nirxandin dan zanîn ku ev neheqiyeke mezin e û wiha gotin:"Berê bend derxistin pêş. Me bend derbas kir lê belê vê carê jî dikevin nava hewildana girtinê. Ev hovîtî û neheqî ye. Em naxwazin hinekî din bên vir û vir îdare bikin."
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir. Îdianameya hat amadekirin şandin Dadgeha Bilind. Raya giştî bertek nîşanî vekirina dozê da û jinên Amedî jî bertek nîşanî girtina HDP'ê dan. 
 
Kedkara malê Fîgen Onur diyar kir ku ew naxwaze HDP bê girtin û wiha got:"Înşallah neyê girtin. Dema bê girtin ew ê pêvajoyeke çawa bê jiyîn em nizanin. Ez dengê xwe didim HDP'ê. Ez naxwazim bê girtin."
 
'Neheqiyeke mezin û hovîtî ye'
 
A. ya ji be memûr e nexwest navê xwe bide wiha got:"Doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin eletewş e. HDP bi milyonan dengê gel digire. Hewildana girtina HDP'ê neheqiyeke mezin û hovîtî ye. Ji bo HDP biçe meclîsê me dengê xwe bi kar anî. Bila HDP neyê girtin ger bê girtin ew ê zincîr li devê me gişan bê xistin."
 
'Ji bo aştiyê min dengê xwe da HDP'ê'
 
Kedkara malê Şukriye Demir bertek nîşan da û wiha got:"Ez dixwazim kurd her dem bi rûmet bijî. Ji bo aştiyê min dengê xwe da HDP'ê. Ez dixwazim aştî bê. Ez dixwazim li vî welatî bi xwişk û biratî bijîm. Ez naxwazim zarokên me siberojeke wan tune be. Erdogan nîşaneya rabia dike Bahçeli jî ya gur. Lê belê dema ciwanên me nîşaneya serfiraziyê dike tên girtin. Ev neheqî ye. Bila êdî gelê neyê kuştin. Bila êdî dilê me neşewite. Heger HDP bê girtin ew ê alozî rû bide. Azadî azadî azadî."
 
'Em naxwazin kesekî din bê û vir îdare bike'
 
Ayşe Ugurel wiha got:"Ez doza ji bo girtina HDP'ê hatiye destpêkirin şermezar dikim. Em ji HDP'ê razî ne. Em naxwazin kesekî din bê û vir îdare bike. Dema bê girtin ew ê tevlihevî çêbibe. Ma qey ew ê tim bi ya dewletê bibe? Çawa ew ê partiya bi salan bigirin? Ez li dijî girtina HDP'ê me."
 
Kedkara malê Îlknûr Eraltun wiha got:"Wekî fikir HDP me temsîl dike. Ez vekirina doza ji bo girtina HDP'ê şaş dibînim."
 
'Girtina HDP'ê neheqî ye'
  
Summeya Salman da zanîn ku divê HDP neyê girtin û wiha go:"Heger partiyek tê girtin wê demê bila hemû partî bên girtin.  Divê HDP li meclîsê be. HDP ne li meclîsê be kî yê wan biparêze. HDP kurdan temsîl dike, girtina HDP'ê neheqî ye."