'Em ê bi rihê Rahşan û Zekiyeyan Newrozê pêşwazî bikin'

  • 09:09 19 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bal kişandin ser Newrozê û gotin: "Em ê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de Newrozê bi rihê Rahşan û Zekiyeyan pêşwazî bikin. Em ê xwedî li mîrateya berxwedêran derkevin." 
 
Bi nêzbûna Newrozê re coş û heyecana Gelê Kurd zêde dibe. Îsal li her qadê dê Newroz bê pîrozkirin. Yek jî wan deveran Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Bi rojane li vir pîrozbahiyên cur bi cur tên lidarxistin. Derbarê Newrozê de xwendekarên dibistana Amadeyî a Şehîd Koçerîn a Mexmûrê nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
 
'Gelê Kurd bindestiyê napejirîne'
 
Xwendekar Gulbihar Bor bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di serî de ez cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî kurd û Kurdistaniyan pîroz dikim. Newroz ji bo me kurdan cejnekî netewiye û em dikarin weke sembola azadiyê pênase bikin. Di nava Gelê Kurd de hertim yekitiyek daye avakirin. Cejna Newrozê hertim weke terzê berxwedana Gelê Kurd pênase bike û bi vê berxwedaniya xwe bersivekî mezin daye dijminê xwe. Newroz taybet ji bo me gelê Botanê cudahî û girîngiyekî xwe ya mezin heye. Ji ber ku bi vê rojê hertim daketiye kolanan û serî ji zordestiyê re netewandiye. Di zîndanên dewleta Tirk de Mazlûm Dogan bi 3 zilikên şixarteyê agir berda bedena xwe û bi vê helwesta xwe careke din nîşan da ku Gelê Kurd tu carî bindestiyê na pejirîne û bi vê çalakiyê Gelê Kurd li hember zextên dewletê careke din rayên ji nûve avêtin. Weke çanda berxwedanaa Gelê Kurd, wê Gelê Kurd Newroza sala 2021’an bike sala azadiyê. Di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ de bi rihê berxwedana Heftenîn û Garê Newroz were pêşwazî kirin û bibe bersivekî herî xurt ji dagirkeran re."
 
'Em ê şopdarê berxwedêran bin'
 
Xwendekar Rojîn Toran jî da zanîn ku Cejna Newrozê weke cejnekî netewî dibîne û wina nêrînê xwe anî ziman: "Kurd dibînim, ji ber ku hertim cejna Newrozê bûye rêyek a têkoşîn û berxwedanê. Mînaka vê ya herî mezin jî çalakiya Mazlum Dogan ku di zîndana Amedê de sala 1982’yan li hemberî zordestiyê bedena xwe da ber agir û serî ne tewand. Gelê Kurd hertim di dîrokê de li hemberî zordestî û zordariyê hatine ji ber wê yekê neçarin ku berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Cejna Newrozê bi berxwedana Kawayê Hesinkar ku li hember Dehaq kir û bi serket, di roja me ya îro de jî Gelê Kurd li hember Dehaqê sedsalê ango Erdogan bi cejna Newrozê bersiv didin. Şehîdên têkoşîna Gelê Kurd niha ji bo me li pey xwe mîrasekî berxwedanê hiştine, divê em Gelê Kurd xwedî li vê mîrasê derkevin û şopdarê rêya wan bin. Li gora wê divê em bi taybet jin bi rihê berxwedana Rehşanan, Zekiyeyan Newroza îsal pêşwazî bikin."
 
'Newroz li hemberî zilimkaran berxwedan e'
 
Xwendekar Bîşeng Îlhan jî wiha bal kişand ser wateya Newrozê: "Destpêkê ez cejna Newrozê ku weke cejna azadiya Gelê Kurd tê pênase kirin li Rêber Apo û tevahiya Gelê Kurd yê azadîxwaz pîroz dikim. Ger mirov li dîroka Newrozê bi nêre di rastiya xwe de şêwazekî li hember zilimkariyê berxwedaniye. Kawayê Hesinkar li hember vê xwînmêjiya Dehaq serî rakir û weke mîrasekî ya berxwedana li hember zilimkariyê ji me re hişt. Bi taybet em ciwanên kurd divê hertim li ser vê şopê bi meşin û bi rihê berxwedana Garê xwedî helwestên tund bin. Newroz ku weke roja têkoşîna Gelê Kurd tê zanîn, divê di sala 2021’an de bi berxweda û têkoşînek mezin di çarçoveya pêngava serdemê de were pêşwazî kirin."