Salîha Aydenîz: Em bi rihê Newroza 2013’an li qadan bin

  • 09:08 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bang li hemû kesî kir ku bi agirê Newrozê li berxwe bidin û wiha got: “Pêngava yekem a azadiyê Newroz e. Em îsal bi rihê Newroza 2013’an li qadan bin. Em bi agirê Newrozê re ji bo azadiyê li qadan bin. Ji ber yekane rêbaz qezenckirine azadiya me ye.”
 
Îsal pîrozbahiyên Newrozê di navbera 20-21’ê Adarê de wê bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li berxwe bidin azad bibin’ wê li 61 navendê bê pîrozkirin. Li hemû navend û navçeyên ku serlêdan hatiye kirin amadekarî didomin û welatiyên tevlî dibin jî wê bi koda HES tevlî bibin. Li aliyê din jî li gelek bajarên herêmê starta Newrozê hat dayîn.
 
Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz Newroz nirxand. Salîhayê daxuyakirin ku kurd bi hezaran salane, bi ziman, çand û dîroka xwe li ser axa Mezopotamyayê dijîn û ev 200 sal in li hember kurdan polîtîkaya tunekirinê tê meşandin. Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet di 100 salên dawî de bi peymana Lozanê re polîtîkayeke ku wek dîrok, ziman û çand tune hatiye meşandin. Li dijî vê çawa kurd li dijî zima Dehaq rabûn, îro jî li dijî hêzên hegemonîk têdikoşin. Newroz roja berxwedan û têkoşînê ye. Li ser axa xwe jiyaneke azad e. Ji ber vê jî Newroz ji bo kurdan tê wateya têkoşîna ji bo azadiyê.”
 
‘Îro dikarîbû her tişt cudabûna’
 
Salîhayê destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salane têdikoşe û di her derfetê de ji bo çareseriyê îradeya xwe derdixe holê. Salîhayê wiha berdewam kir: “Newroza 2013’an di vî alî de gelek girîng e. Birêz Ocalan di Newroza 2013’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nexşerêyek xêz kiribû. Ger ev nexşerê bihata pêkanîn û peymana 10 salî ya Dolmabahçeyê bihata esasgirtin wê îro gelek cuda bûna. 7’ê hezîrana 2015’an encama vê bû. Di pêvajoya çareseriyê de li ser esasa hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hilbijartinên 7’ê Hezîranê hatin jiyîn. Me encamên ber bi demokratîkbûnê ve dît.”
 
‘Gelê kurd di her derfetê de nîşan da ku bê statu nayê jiyîn’
 
Salîhayê her wiha bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rê û rêbazên demokratîk, wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn vebike û wiha pê de çû: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka Tikriye û Rojhilata Navîn e. Gihiştiye asta navneteweyî. Ya ku ev pirsgirêk afirandiye zihniyeta netew-dewletê ye. Zîhiyeta yekparêz e. Zîhniyeta tunehesibandinê ye. Ji ber rastiyeke gel a digihêje mîlyonan, kurdan her carê nîşan da ku bê statu nayê jiyîn.”
 
‘Em ê bi agirê Newrozê azadiyê biqîrin’
 
Salîhayê bi lêv ki ku sala borî ji ber pandemiyê Newroz nehatiye pîrozkirin û îsal jî tevî her tiştî serlêdan kirine û got wê bi agirê Newrozê li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin û li qadan cihên xwe bigirin. Salîhayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê daxwazên gelê kurd bînin ziman. Em ê li dijî qirkirina jinan li dijî tecrîdê peyamên xwe li her derê bidin. Nêzîkatiya li hember tecrîdê li hember aştiyê ye. Yên guhê xwe ji daxwazên gel re digirin mahkumê windakirinê ne. Nêzîkatiya li hember tecrîdê nêzîkatiya li hember aştiyê ye nêzîkatiya li hember qezencên gelê kurd e.”
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan kir ku bi agirê Newrozê li berxwe bidin û wiha dawî lê anî: “Yekane rêbaza li pêş kurdan qezenckirina azadiyê ye. Pêngava ewil a azadiyê Newroz e. Em di Newrozê de tecrîdê, zîhniyeta dagirkirinê, qeyûman qebûl nekin. Bi wesîleya sala 2021’ê bibe wesîleya azadiya gelê kurd, hemû gelê me dawetî govendê dikim”.