Jinên Amedê dê bi rengê xwe li qada Newrozê bin

  • 09:04 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan
 
AMED - Jinên Amedê, dê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe didin û azad dibin", bi cil û bergên xwe yên herêmî li qada pîrozbahiyê cihê xwe bigirin. 
 
Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin’ dê pêk bê, li gelek bajeran starta pîrozbahiyan pêk hat. Amedekariyên ji bo pîrozbahiyên ku di 21'ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin didomin. Jinên Amedê ji bo Newrozê axivîn û diyar kirin ku ew ê bi cil û bergên xwe û bi coşekê mezin li qadan cih xwe bigirin. 
 
‘Bi cil û bergên rengîn me berê xwe dida pîrozbahiyan' 
 
Kedkara malê Muhabbet Kurt (66), bal kişand li ser Newrozên berê û wiha axivî: “Pîrozbahiyên Newrozên berê xweş bûn. Me cil û bergên xwe yên rengîn li xwe dikir û em li taxan kom dibûn. Piştre jî me berê xwe dida qada pîrozbahiyê. Demên borî jî polîs dibûn asteng lê em jî bi biryarbûn. Em bi hêz û bi heyecan bûn. Qedexe û zext li hemberî coş û heyecana me ya Newrozê ne dibû asteng. Em ji bo Newroza îsal amade ne. Ez ji ber nexweşiyê nikarim biçim lê zarokên min dê biçin. Ez dixwazim wekî berê Newroz xweş be.”
 
‘Em hene û em ê hebin' 
 
Kedkara Malê Hacer Kurt (33), jî diyar kir ku Newroz ji bo kurdan wek raperîn e û got: “Dema ku dibêjin Newroz, jiyanek nû û bihar dikeve bîra mirovan. Newroz ne tenê li vê herême tê pîroz kirin, ji aliyê hemû kurdan ve bi coş tê pîrozkirin. Dema ku em dikevin meha adarê ji xwe ji bo me hemûyan salekê nû dest pê dike. Me digot ew ê Newroz kengê bê. Bi kelecanek mezin me cil û bergên xwe amade dikir. Porên xwe dihûnand, morî dixist nav porên xwe. Benikên keskesorê bi serê xwe ve girê didan. Em dîsa jî bi hemû coşê amadekariyên xwe dikin û benda wê rojê dimînin. Berê em kom bi kom diçûn lê niha her kes bi tena serê xwe diçin Newrozê. Ev jî hinek bûn sedema şikandinê. Lê dîsa jî em ê bi coşek mezin tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û em ê berê xwe bidin qadan. Divê hemû kes roja Newrozê li qadê bibe û bêje 'Newroz pîroz be!' Çi dibe bila bibe em dev ji vê bernadin, em hene û em ê hebin.”
 
‘Newroz banga bihara nû ye’
 
Kadriye Esîn jî kedkara malê ye û wiha bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê: "Ez zêde neçûme Newrozê lê gava me di televîzyonê de didît me wê coşê hîs dikir. Newroz ji bo me hemûyan rojek taybet û hêja ye. Ez bêriya Newrozên berê dikim.”
 
Dîlber Suad jî kedkara malê ye û ji bo Newrozê wiha axivî: "Ez berê de diçûm Newrozê, me pîroz dikir. Ew çaxê pir xweş bû. Me şîrînahî çêdikir û li vir bi bi cîran û jinan re wextên xweş derbas dikir. Ez êdî naçim lê di televizyonê de temaşe dikim. Tahma berê nema ye.”
 
‘Em ê bi coşekê mezin pîroz bikin’
 
Kedkara malê Ayşe Yilmaz jî da zanîn ku dema Newroz nêz dibe heyecana me jî zêde dibe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema ku Newroz nêz dibe, em cilên xwe yên herêmî amade dikin û dakevin qadê. Em bi coş û heyecanek mezin li qadê govendê digerinin. Lê par ji ber koronayê me Newroz pîroz nekir. Têne li tax û kuçeyan pîrozbahî hatin lidarxistin. Lê îsal em ê bi coşekê mezin pîroz bikin."
 
‘Em ê bi rengên xwe li qadan bibin’
 
Semîha Guneş, destnîşan kir ku ew ê bi reng û xemla xwe dê li qadê be û wiha axivî: “Em ê bi cilên xwe yên herêmî dakevin qadan. Newroz ji bo me pîroz e cejna me ye. Benikên kesk û sor û zer bi eniya xwe ya girê bidin û bi govend û tilîliyan em ê Newrozê pîroz bikin."