Jinên ku agirê Newrozê geş kirin bûn sembol

  • 09:04 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin", jinên kurd dê îsal dakevin qadan û xwedî li têkoşîna Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan derkevin.
 
Newroz ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn destpeka biharê ye. Ji bo kurdan jî Newroz roja vejînê ye. Kawayê Hesinkar, li dijî Dehaq serî rakir û agirek pê xist. Ji vê rojê heta îro kurd her sal şeva ku 20'ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide, agirê azadiyê pêdixin. Di navbera salên 1990-2000’î de ligel astengî û qedexeyan gel daket qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Newroza ku ligel wateya xwe ya dîrokî û têkoşîna heye jî ji bo jinan jî wateyek wê cuda heye. Di salên 1990'î de pêlên agirê Newrozê di kesayeta jina kurd de li gelek deveran pêl bi pêl mezin bû. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bedriye Taş (Ronahi), Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Sema Yuce di dîroka têkoşîna jinên kurd de bûn sembol.
 
Zekiye dixwest bibe bersiv
 
Jinên ku di Newrozê de bûn sembola berxwedanê mîrateya têkoşînê digihînin her deveran. Ye ji van Zekiye Alkan e. Zekiye di sala 1970’an de hat dinê. Dema li Amedê Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Tibê dixwend têkoşîna Gelê Kurd bala wê dikişîne. Ew dem dema ku Gelê Kurd di pêşengiya jinan de rabûn serhildanê. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’î hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan zilma ku dihat kirin qebûl nedikir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zîndana Amedê Newroz pîroz kir dixwend. Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê. Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Piştî ku çalakiya xwe pêk anî, çalakiya wê li her derê belav bû û hat bihîstin.
 
Rahşan agirê Newrozê ya Zekiyeyê dewr girt 
 
Rahşan Demîrel bi eslê xwe ji Nisêbînê bû. Malbat ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kiribû û li bajarê Îzmîrê bi cih bibûn. Rahşan, berî çalakiyê hemû kiryarên dewletê di Tv’an de temaşe kir û biryarek girt. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire. Li Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kiribû. Li çiyayê Kurdistanê agirê newrozê pêketibûn. Li her deverî amedekariya sibehê hebûn. Rahşan nameyek bi sernavê “ez xwe dikim Newroz” hişt. Peyama xwe ya çalakiyê jî bi Kurdî û Tirkî di kasetekê de qeyit kir û li benda sibehê ma. Roja 21’ê Adara 1992’yan de ber bi kelehê ve meşiya. Rahşan di pemaya xwe de wiha gotibû: “Kes bila nefikire, ji bo azadiya Kurdistanê bitenê şer tê kirin, na mirov dikare li her cihê li dijî jî vê têkoşînê be. Ez ê xwe bikim Newroz. Hin kes dive ku wateyên cuda bidin çalakiya min. Hin kes bibêjin ev dîn bû. Na ez ne dîn bûm, li dinyayê gelek dîn hene çima ew xwe naşewîtînin. Ez keçikek xweşikim jî, min bixwesta dikarîbû bizewicim jî. Lê armanca min ne ev e. Armanc ji bo welat bibim Newroz e. Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike. Ez komkujiyên faşîstan protesto dikim. Ez Newroza gelê xwe bi can û xwîna xwe pîroz dikim. Bijî Kurdistan. Her bijî newroza 21’ê Adarê a serfiraz û serkeftinê. Newrozê li gelên bindest bi can û rih pîroz dikim.” Rahşan li Nisêbînê ligel astengiyan hat defînkirin. 
 
Ronahî û Bêrîvan...
 
Pêla Agirê Newrozê xwe digihîne derveyî welat jî. Du jinên ku li hemberî desthilatdaran serî rakirin Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) rihê agirê Newrozê gihandin hev.  Ronahî û Bêrîvan di 22’yê Adara 1994’an de xwestin bibin bersiv ji dijberiya Gelê Kurd ya li Almanyayê û Ewropayê tê meşandin û xwestin bi agirê bedena xwe ji serhildana ku li Botanê hatibû destpêkirin bibin bersiv. Li pişt çalakiya xwe ya li bajarê Mannheîna Almayayê kirin du name hiştin. Her wiha Ronahî û Bêrîvan ku hevalên hevbûn ji aliyê têkoşîna azadiyê ve wekî şehîdên Newrozê hatin îlankirin. Çalakiya wan bandorê li Kurdistan û Almanyayê kir. Dewleta Alman ketin nava tirsekî. Hewldan ku kesên ku tevlî merasîma cenaze bibin asteng bikin. Bi dehan kes hatin binçavkirin. Nêzî 50 hezar kes ligel astengiya polîsên Alman bi merasîmek heybet Ronahî û Bêrîvan hembêz kirin.
 
'Azadî ji bo me hemûyan e'
 
Sema Yuce, di sala 1971’an de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevlî têkoşînê bû. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zîndanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî." Sema di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e." Sema, 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyane, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”