Jinên HDP’î: Em şûnde gavê navêjin

  • 09:03 19 Adar 2021
  • Rojane
 
Nîşmîye Guler
 
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Beser Çelîk, got tacîz û tehîdên li hember wan didomin û got: “Çi dibe bila bibe em ê li qadan bin. Em di têkoşîna xwe de bi biryarin”
 
Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê di demên dawî de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve tên tehdîtkirin û êrîşî zayendî li wan tê kirin. Jinên HDP’î hefteya borî serî li ÎHD’a Stenbolê dan û daxwazname jî dan Serdozgeriya Komarê.
 
‘Jin hedef tên girtin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk got di demên dawî de êrîşên cidî mijara gotinê ne û bi taybet jinên di partiyê de dixebitin hedef tên girtin. Beserê wiha berdewam kir: “Di pandemiyê de şîdeta li ser jinan zêde bû. Di wê pêvajoyê de bi qanûna înfazê re gumanbarên şîdetê hatin berdan. Ji ber jin li qada ne jî her tim hedef hatin girtin. Bi taybet saziyên jinan hedef hatine girtin.”
 
‘Salek û nîve êrîşa zayendî mijara gotinê ye’
 
Beserê destnîşan kir ku salek û nîve endama fermî ya HDP’ê ye û dem bi dem rastî tacîzê hatiye lê di pêvajoya dawî de ev bûye sîstematîk. Beserê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Endamên meclîsa ciwanan berê bi dehan carî hatin revandin û tehdîdkirin. Sîxurî lê hatin ferzkirin. Êdî li hember jinên aktîf dixebitin jî tê kirin. Li dijî me jî rewşek wisa pêk hat. Ji ser çapemeniya civakî, li hember hevala me Aysun û endama meclîsa partiyê Esengul Demîr ji ser heman hesabê peyam hatin şandin. Di demên dawî de gihiştiye asteke ku mirovan nerehet dike.”
 
‘Di şexsê min de berê xwe didin jinan’
 
Beserê diyar kir ku hedefgirtina HDP’ê ji ber polîtîkaya azadîxwaz a jinan ya li qad û herêmê derketiye holê, pêk tê û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber em jiyanek wekhev dixwazin. Em binpêkirina mafan li her qadê tînin ziman. Em nûneriya wekhev diparêzin. Em pergala hevserokatiyê diparêzin. Em bi saziyên din yên jinan re di nokteya hevpar de tên gel hev.Ji ber em bi jinan re dimeşin HDP hedef tê girtin. Ev êrîş tenê li hember min nîne. Ez rêvebera fermî ya HDP’ê û di heman demê de berdevka meclîsa jinan a Stenbolê me. Di şexsê min de êrîş li jinan hatiye kirin.”
 
‘Rê û rêbaz hemanin’
 
Beserê balkişand ser nokteyek girîng û got kesên vî karî dikin nabêjin ‘ez dewletim polîsim’ lê heman rê û rêbazê yanî argumanên dewletê bi kar tîne û wiha got: “Yên wisa dikin dibe sivîl bin. Lê ji hev ne cuda ne. Ji ber ji ser nûneriya saziyê em hedef tên girtin. Bi taybet sedema hedefgirtina me jî zelal û şênber e. Dema hun hedef tên girtin yên derdorê jî hedef tên girtin. Dikevin hesabên min yên çapemeniya civakî, kesên rehbeta min tehdî dikin, ji ser hesabên nayên zanîn tehdîdan dikin. Bi vê hem dixwazin we tenê bihêlin û hem jî dxwazin ji ser nasnameya jinê êrîş bikin.”
 
‘Êrîş didome’
 
Beserê destnîşan kir ku êrîşa zayendî hîna didomin û di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Piştî me serî li ÎHD’ê da û daxuyanî da, êrîşa zayendî kêm bû. Lê aliyên ku berdewam dikin hene. tenê raste rast nakin. Em van feraset û nêzîkatiyan baş dizanin.Em li her qada jiyanê li dijî feraseta serdest ya mêr û pergala dewletê ya mêr tê dikoşin. Sedema evqas êrîş jî ev e ku em feraseta serdest ya mêr qebûl nakin. Em ê dîsa jî gotina xwe bêjin. Em ê dîsa dakevin qadan. Gelek hevalên me li wan êrîşa zayendî tê kirin. Lê ji ber nêzîkatiya civakê vê aşkera nabêjin. Lê divê hevalên me îfşa bikin. Em ê tevî her tiştî li qadan bin.”
 
‘Di serlêdana sûc de pêşketinek tune ye’
 
Beserê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di serlêdana sûc ya li serdozgeriya komarê kirine de hîna pêşketinek tune ye û hîna di asta şopandinê ye. Beserê bang li hemû jinan kir ku li dora Meclîsa Jinan a HDP’ê bên gel hev û ji hev hêzê bigirin, bibin dengê hev.