Li Wanê jinek hat qetilkirin

  • 08:26 19 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Erdîşê Remzî Y. jina pê re hat zewicandin bi çekê kuşt.
 
Li navçeya Erdîşê duh êvarê Aysel Y. (28) ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve bi çekê hat kuştin. Piştî kesên derdorê agahî dan, polîs û tendirustvan hatin cihê bûyerê. 
 
Piştî lêkolîna dozger cenazeyê Ayselê, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Erdîşê.
 
Hat diyarkirin ku kujer Remzî Y. ji cihê bûyerê reviya ye û hîna nehatiye girtin.