Endamên Parlementoya Danîmarkayê: Em fikra HDP'ê dipejirînin
- 12:13 18 Adar 2021
- Rojane
ENQERE - HDP'yiyan bi endamên Parlementoya Danîmarkayê civîna onlineyê li dar xistin. Di civînê de Endamên Parlementoya Danîmarkayê gotin: "Em fikra HDP'ê dipejirînin."
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Komisyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, Berdevka Komisyona Diplomasiya Jinê ya HDP'ê û Berdevka Maseya Rojhilata Navîn Gulistan Kiliç Koçyigit, Endamên Parlementoya Danîmarkayê Sinem Demir, Anne Hegelund û Temponeras bi civîna onlineyê hatin gel hevdu.
'HDP partiyeke pirreng e'
Ayşe Acar Başaran a di civînê de mafê axaftinê girt wiha got:"Sîstema hevserokatiyê tê bikaranîn lê belê siyaseta wekheviya zayendî li tirkiyeyê wekî sûc tê dîtin. Di encama êrişên li ser jinên kurd de lêgerîna tazî tê ferzkirin û îşkence li jinê kurd tê kirin." Her wiha Gulistan Kiliç Koçyigit jî got:"HDP partiyeke pirreng e."
Ji Endamên Parlementoya Danîmarkayê Anne Hegelund got ew fikrên HDP'ê dipejirînin û got divê ew di warê wekheviya zayendiyê de bêtir bên gel hevdu.