Şaredariya AKP'ê mobîngê li ser jinên tevlî 8'ê Adarê dibin ferz dike

  • 11:16 18 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Di daxuyaniya Şaxa DÎSK Genel-Îş a Mêrsînê de hat diyarkirin ku Şaredariya AKP'ê mobîngê li ser jinên tevlî 8'ê Adarê dibin ferz dike û hat gotin jinên beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê dibin tên sirgunkirin. 
 
Şaxa DÎSK Genel-Îş a Mêrsînê  ya girêdayî Konfederasyona Sendikayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) têkildarî sirgunkirina jinan a ji aliyê Serokê Şaredariya Akdeniza Mêrsînê Mustafa Gultak û ekîba wî daxuyanî da. Pispora Pêşketinê û Zarokan a Beşa Xizmetên Malbatî Fatma Kiliç a Şaredariya Akdenizê da zanîn ku jinên beşdarî 8'ê Adarê dibin mobîng li ser wan tên ferzkirin û cihên wan tên guhertin, wan dişînin karê paqijiyê. 
 
'Te dema za te ji şaredariyê pirs kir?'
 
Fatma tiştên hat jiyîn wiha rave kir:"Hefteya borî cihê min hat guhertin û wekî melkisvan min şandin Parastina Derûdorê. Min îtiraz kir û daxwazname da. Roja duşemê me bi hevalên me bi mudurê şirketê û mudurê parastina derûdorê hevdîtin kirin. Li wir heqaret li min kirin. Pitika min a 7 mehî heye. Min got ez bixwazim jî nikarim di 6.30 sibehê de biçim kar. Wan jî ji min re gotin "Te dema za te ji şaredariyê pirs kir? Wê demê li cihê xwe rûnê."