Dayika Muhammed Kartal: Ez ji rewşa kurê xwe gelek bi fikar im

  • 09:17 18 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Safiye Alagaş
 
AMED - Dayika girtî Muhammed Kartal, Afîfe Kartal diyar kir ku ji rewşa kurê xwe gelek bi fikar e û got: "Ez bang li xizmên girtiyan dikim ku bila deng bidin daxwazên girtiyan. Gava ku zarokên me di grevê de bîn hûn ê çawa li malen xwe bin û hûnê çawa bi dilekî rehet serê xwe daynîn ser balîfê?"
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê ji hêla girtiyan ve greva birçîbûnê hat destpêkirin. Xizmên girtiyan, siyasetmedar û balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û dixwazin ku daxwaz girtiyan bên qebûlkirin. Her wiha kesên ku dikevin grevê li ser wan îşkence tê kirin û girtî wan îşkenceyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re radiginin. 
 
Yek ji wan girtiyan jî Muhammed Kartal e ku ev 3 sal in li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Muhammed ji ber sedema pandemiyê ev nêzî salekê nikare bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Her heftê bi awayekî rêk û pêk malbata xwe bi rêya telefonê digeriya. Lê niha ji nêzî mehekê  agahiya malbata ji Muhammedê tune. Dayika Muhammed Afîfe Kartal ji rewşa kurê xwe gelek bi fikar e. Derbarê rewşa kurê xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Ez nizanim rewşa kurê min çawa ye' 
 
Afîye diyar kir ku ji rewşa kurê xwe ne agahdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta saetên êvarê ez li ber telefonê dimînim ku min bigere lê dîsa jî negere. Min ji girtîgehê re telefon vekir lê gotin haya wan jê tune ye. Di saetên şevê dayikek girtî min geriya û got muhammed bi rêya kurê wî dayikê gotiye li karantînayê de nin loma nikare bigere. Me dîsa girtîgehê geriya lê tu agahî nadin me. Ez nizanin rewşa kurê min çawa ye.”
 
‘Zextên li ser girtiyan zêde dibin' 
 
Afîfe diyar kir ku her roja ku li pey xwe dihêle zexta li ser girtiyan zêdetir dibe û got: “Muhammed di hevdîtinan de qala zext û zilma li ser wan tê kirin got. Hertim di serda girtina koguşan de lêgerîna tazî ji wan tê ferzkirin. Gava ku li dijî vê derdikevin jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ava germê saetek didin, ava sar jî saetek didin. kesên wir dê çawa paqijiya xwe bikin. Jixwe qet alavên paqijiyê nadin wan.”
 
‘Ji bo çareseriyê bila gavek bavêjin' 
 
Afîfe, da zanîn ku niha neheqiyek mezin û bêedaletiyek mezin heye û wiha axivî: "Ji kesên ku dikevîn grevê re dibêjin 'Hûn çima dikevin greve' û tundiyê li wan dikin. Bila ji me re rêya çareseriyek ava bikin ku tu zarokên me nekevin grevê. Qey em dixwazin ku zarokên me birçî bin. Herî zêde ji vê rewşê re dilê me dayikan diêşe. Serokê wan di bin tecrîdê de ye. Girtî bi xwe di bin tecrîdê de ne. Ew neheqî û bêedaletî ji bo çi ye. Girtî ji bo ku rewşê wan bê sererast kirin ketin grevê. Niha rewşa zarokê min çi ye nizanim. Belkî bi koronayê ketiye û hatiye sirgûn kirin jî? Ez gelek bi fikar im. Dibêjin haya me jê tune. Çawa haya wan jê tune?"
 
‘Bi girtin û mirinê tu tişt nayê çareserkirin’
 
Afîfe destnîşan kir ku divê malbatên girtiyan bêtir di nava tegerê de bin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di axaftina Muhamet a herî dawiyê de ji me re qala rewşa xwe kiribû. Ji ber ku Muhamet tevlî greva birçîbûnê bibû cezayê disîplînê lê hatibû birîn. Dest avêtine pirtûkên wan, radyoya wan. Ez bang li hemû xizmên girtiyan dikim ku bila deng bidin. Gava ku zarokên me birçî ne hûn ê çawa li malen xwe rûnen? Hûnê çawa bi dilekî rehet serê xwe daynîn ser balîfê. Xew nakeve çavên min. Ji sed rojê derbas kir ku zarokên me di grevê de ne. Çawa berê me ew zîncîr bi têkoşîna xwe şikand em ê vê carê jî bişkînin. Tu heqê me tune ku em li hundirên malên xwe de bi rehetî rûnên. Carekê dilê min êşiya carek din naxwazim kezeba min bişewite. Naxwazim kezeba tu dayikan bişewite. Bi girtin û mirinê tu tişt nayê çareserkirin. Dilê min êdî tijî bûye, ez nizanim çi bêjim.”
 
Hat hîn bûn ku Muhammed hatiye sirgûnkirin lê nehat zanîn ku sirgûnê li ku dere bûye.