Tulay Hatîmoglullari: Li Sûriyeyê xwestin Kurdan bînin hember hev

  • 09:15 18 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Parlmaentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîpogullari tiştê ku 3 sale li Efrînê tê jiyîn nirxand û got Tirkiye hedef dike ku di navbera kurdên Bakur û yên Rojava de Kemera Ereb ava bike û got dixwaze li Kurdan li Rojava bîne hember hev.
 
Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) û komên paramîlîter di 20’ê Çileyê 2019’a de bi navê ‘Zeytîn Dali’ li hember Efrînê êrîş da destpêkirin û di 18’ê Adarê de Efrîn ket bin kontrola komên selefî. Ji her baweriyê gel bi destên komên selefî hat tunekirin. Di rapora ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê aşkera kir de hat gotin ku her cureyê çekên giran, tank û balafirên şer hatine bikaranîn û ji sedî 80’ê şêniyên Efrînê li kampa Şehba û bajaroka Tîl Rîfet hatine bicihkirin. Nêzî 400 hezar penaberên ji Guta hatibûn li gundê Efrînê hatin bicihkirin. Di raporê de hat gotin ku 498 sivîl di êrîşan de hatine qetikirin 82 heb bi îşkencê hatine qetilkirin. Di bombebaran de jî 303 zarok û 213 jin bi giştî 696 sivîl birîndar bûne. Efrîna ku berê xwedî bingeheke demografîk bû bi êrîşan hat tunekirin. Her wiha li Efrînê hemû şopên aydê kurdan hatin paqijkirin û di êrîşan de 64 dibistan hatin hilweşandin. Hejmara xwendekarên berê 50 hezar û 855 bû piştî êrîşa 13 hezar xwendekar li Şehba hatin bicihkirin. Dersên Tirkî û Erebî li zarokan hatin ferzkirin. Her wiha di êrîşan de jin bûn hedefa komên selefî û 720 jin hatin revandin û 60 zarokên keç tecawizî wan hat kirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê tiştên ji 2018’an heta niha li Efrînê hatine kirin de nirxandin kir.
 
‘Avakirina Kemera Ereb hedef kirin’
 
Tulayê bi lêv kir ku Tirkiye polîtîkaya Sûriyeyê ji ser du sernavên esas dimeşîne û yek ji van sernavan jî siyaseta belavkirî û ya din jî dijminahiya kurdan e. Tulayê ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Sûriyeyê sînorên xwe baş negirt û ji ber qelsiya cezakirina siyasî, ji êrîşa li hember Sûriyeyê jî zemîn amade kir. Li herêma Rojava êrîşeke dagirkirinê ya cidî hat jiyîn. Ji ser DYA û Rûsyayê bazar hatin kirin. Di encama vê bazarê de bi vebûna pêşiya Rûsyayê tevgera dagirkirinê ya mezin dest pê kir. Li hember Kurdan tevgera paqijkirina etnîk hat hedefkirin. Ji roja Tirkiyeyê şer li Sûriyeyê daye destpêkirin heta îro bi awayekî zelal hedefa wan ev bû di navbera Tirkiye, Sûriye û Kurdistanê de herêmek tampon ava bikin, bi polîtîka koçberan re koçberan li hember Ewropayê wek şantaj bikar bîne û li aliyê din jî Erebên Sûriyeyê li vê herêmê bicih bikin. Bi vî awayî dixwest li seranserê sînor di navbera Kurdên li Tirkiyeyê û Kurdên Sûriyeyê de Kemera Ereb ava bike.”
 
‘Hêzên navneteweyî nexwest Rojava bibe xwedî statu’
 
Tulayê her wiha anî ziman ku di êrîşên li hember Efrînê de para hêzên navneteweyî jî heye û bi taybet Rûsya di êrîşa li hember EfrÎnê de pêşiya Tirkiyeyê vekiriye û got yek sedem jî ev bû ku Tirkiyeyê ji NATO’yê qût bike. Tulayê ev tişt bi lêv kir: “Di encama gelek bazaran de fuzeyên S-400 firotin Tirkiyeyê. DYA’yê cezayên CAATSA yên li desthilatdariyê pêk anîn hene. Joe Bîden hîna bi Tirkiyeyê re hevdîtin nekir û hîna Tirkiye ji Joe Bîden telefonê dipê. Tirkiye ji ber cihê jeostratejîk herêmek girînge.Bêguman ji ber vê wê ligel Tirkiyeyê bûna. Ji bo vê jî hêzên navneteweyî ji Tirkiyeyê re got ‘ger mijara te ya herî mezin li dijî gelê Kurd be ez ê pêşiya te vebikim.’Lê pêşîvekirina wan pêngav bi pêngav bû. Mijara duyem jî naxwazn Rojava li Sûriyeyê bibe xwedî statu. Hikûmeta Sûriyeyê jî naxwaze.ji ber vê jî xwestin Kurdan navbera hev de bînin hember hev.”
 
‘Siyaseta Tirkiyeyê pêşî li revandina jinan vekir’
 
Tulayê balkişand ser rewşa jinan a di dîrokê de ku di şeran de wek ganîmet hatine dîtin û daxuyakirin ku ev li Efrînê derketiye holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel jinên Şengalê jinên li Sûriyeyê yên kurd û ereb di vî şerê 10 salan de hatin revandin. Siyaseta Tirkiyeyê pêşî li revandina jinan vekir. Di êrîşên li hember Efrînê de ji bilî partiya me, muxalefeta di meclîsê de bêdeng maye. Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de fikra hinekan hebe jî nikarin rabin bi cesaret bêjin ku ew feraseta netew dewletê di meclîsê de dibînin. Dagirkirina Efrînê muxalefetê erê kir, partiya desthilatdar jî ji xwe li ser vê xwest siyaseta hundir xurt bike. AKP ji bo ji zorê derkeve her tim operasyonên dersînor pêk anî. Ji bo siyaseta hundir dîzayn bike, serê krîza aborî bigire pirsgirêk wek pirsgirêka parçekirina welat nîşan da. Mixabin partiyên muxaleftê jî li pişt vê cih girtin. Me dît ku ev hemû di operasyona Gare de xera bûne.”