'Li Efrînê destanên dîrokî hatin nivîsandin'

  • 09:06 18 Adar 2021
  • Rojane
 
HELEB -  Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Hiso di derbarê salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de wiha got: "Gel û şervan li Efrînê bûn yek û destanên lehengiyê li hember tank, maşok û balafirên dewleta tirk nivîsandin."
 
Çiyayên Kurmênc ango bajarê Efrînê bajarekî kurdan ê li Rojavayê Kurdistanê ye. Bajarê Efrînê xwedî 7 navçeyan û 366 gundan e. Ev bajar berferehiya wê li gor bajarên dîtir di Sûriyeyê de gelek biçûk xuya dike, her perçeyek ji axa Efrînê dîrok û şaristanî ye. Ji bilî wê jî axa Efrînê gelek dewlemend e, zeytûnên wê navdar e. Efrîn bajara duyemîn e ku di Sûriyeyê de piştî Idlibê bi zeytûnan dewlend e. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Efrîn jî weke bajarên din li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê xwe li ser sîstema Rêveberiya Xweser da avakirin û di her warekî de xwe bi rê ve dibir. Ji bo wê di dîroka 20’ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir. Li hember van êrîşên ku li ser Efrînê de pêk hat zarokên Efrînê bi vîn û biryardayîneke mezin berxwedana xwe dan meşandin û derbeyên dîrokî li dewleta tirk dan. Welatiyên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn hate dagirkirin. Têkildarî dagirkirina Efrînê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Hiso nêrîna xwe parve kir.
 
'Bajarê Efrînê xwedî cihekî stratejîk e'
 
Eyşeyê di destpêka gotina xwe de qala stratejî û bajarê Efrînê wiha dike: "Bajarê Efrînê bi awayekî hov di 18'ê Adara 2018'an de hate dagirkirin û ev sê sal in welatiyên Efrînê li Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin. Efrîn di aliyê aborî, xweza, bazirganî û çandiyên de herêmek dewlemend bû û xwedî rolek mezin bû. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Efrînê bi awayekî fermî pergala Rêveberiya Xweser hatibû avakirin û pêşengtiya vê pergalê jî jin dikir. Efrîn bajarekî pir stratejî bû, loma di aloziya Sûriyeyê de hemû kesên bê cih mabûn berê xwe didan Efrînê, ji ber Efrîn cihê aramiyê bû.  Li Efrînê hemû pêkhate bi ruhê jiyana wekhev dijiyan. "
 
'Dewleta tirk li Efrînê rastî berxwedana gel hat'
 
Eyşeyê di dewama gotina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk bi armanca vegerandina xewn û xeyalên osmaniyan êrîşî herêma Efrînê kirin. Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir got ku wê di sê rojan de dagir bike, lê rastî berxwedana gel hat û xewn û xeyalê wê hilweşiya. Gel û şervan li Efrînê bûn yek û destanên lehengiyê li hember tank, maşok û balafirên dewleta tirk nivîsandin. Ruxmê bê îmkaniya teknîkê gelê Efrînê li hember hêzeke duyem di natoyê de li ber xwe dan û derbeyên dîrokî li wan dan. Cîhanê hemû dît ku dewleta tirk sîng bi sîng şer nekir, bi teknîkê êrîşî şêniyan kir. Her wiha dewleta tirk li ser axa xwe kamp ava kir û digot dema şer dest pê bike wê şêniyên Efrînê berê xwe bidin axa me, lê belê daxwaza wan pêk nehat. Şêniyên Efrînê bi hêviya vegera Efrînê koçberî Şehbayê bûn û bi berxwedan û têkoşîna xwe dîrok nivîsandin. Hemû cîhan li beramber êrîşan bêdeng man, lê gelê azadîxwaz mijara Efrînê kirin mijara sereke."
 
'Şaxên zeytûnan sembola berxwedana Efrînê ye'
 
Eyşeyê qala bûyerên ku di dema şerê Efrînê de jiyaye kiriye wiha tîne ziman: "Destanên ku li Efrînê hatine jiyîn, mirov çiqas qal bike têrê nake. Şervanên YPJ/YPG'ê li hember balafirên dewleta tirk bi bedena xwe şer kirin. Şaxên zeytûnan sembola berxwedana Efrîniyan e. Di 16'ê Adarê li taxa Mehmûdlî ya Efrînê komkujî pêk hat û di wê demê de ez bi xwe jî bûm şahidê wê bûyerê. Dema balafir lêda hemû sivîlên li wir parçe parçe bûn. Zarokên ku hîn ji cîhanê tiştek fêm nekirine di wê kêliyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li çiyayê Ehlam jî komkujiyek pêk hat li wir jî bi awayekî wehşî mirov perçe perçe bûn. Dema ez tînim ser ziman, êşa wê di kurahiyê de hîs dikim. Piştî berxwedana 58 rojan Rêveberiya Xweser biryar da ku şêniyên Efrînê derkevin, ger vê biryarê negirtibana wê gelek komkujiyên mezin çêbûyana. Ji ber dewleta tirk bi armanca qirkirina Gelê Kurd êrîş dikir. Dibe şêniyên Efrînê wek fîzîkî ji Efrînê derketibin, lê giyana wan li wir e. Zarokên Efrînê li ser bingeha welatparêzî û girêdana bi axê re mezin bûne. Dema em li kolanên wargeha penaberan a Efrînê dimeşin em rastî kîjan zarokê werin tîliya serkeftinê li jor e û herdem banga vegera Efrînê dikin. Di şer de hemû kes bi ruhê parastina axa xwe mil bi mil şer kirin, kesên ku nedikarîn şer bikin alîkariya zarokên xwe dikirin. Ez çiqas qal jî bikim nikarim êş û berxwedana gel şîrove bikim. Kantona Şehbayê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wêran bûbû, lê gelê Efrînê li wir jiyanek nû ava kirin û bi xemilandina konan ruhê têkoşînê nîşan dan."
 
'Li Efrînê destanên dîrokî hatin nivîsandin'
 
Eyşeyê herî dawî berxwedana gelê Efrînê silav kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Berxwedana gelê Efrînê heta rizgariya Efrînê dewam dike. Dema çeteyên dewleta tirk êrîşî Efrînê kirin, yekem peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin û xwestin Newrozê li me tarî bikin. Lê bila dewleta tirk jî bizanibe nikare rojê li me tarî bike, em ê xewn û xeyalên wan tarî bikin. Efrîn a Efrîniyan e, loma bê rawestandin wê berxwedana me heta vegera Efrînê dom bike. Li Efrînê destanên dîrokî hatin nivîsandin."