‘Newroz roja mezinkirina têkoşînê ye’

  • 09:03 18 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiye ku îsal Newrozê bi dirûşma "Wekhevî, edelet, aştî û azadiyê" li Qada Anadolu pîroz dikin diyar kirin ku ala têkoşîna serhildanê ya Kawayê Hesinkar bilindkiriye, dewr girtine û têkoşîna xwe bilind dikin û gelê Enqereyê vexwendiyê mîtîngê kirin.
 
Newroza ku her sal bi berxwedanek mezin tê pirozkirin li herêmê xebat bi coş tên meşandin. Sala borî ji ber Covîd 19 bername hatibûn betalkirin û dîsa jî welatiyan li malên xwe li şaneşînên xwe bi agirên pêxistin pîrozkirin. Newroz îsal wê bi rihê berxwedanê li qadan bê pîrozkirin. Li her herêmê bi coş amadekarî tên meşandin. Li Enqereyê jî di 21’ê Adarê de saet di 13’an de wê li ber Navenda Çanda Ataturk girse bê gel hev û bi meşeke mezin bikevin Qada Anadolu.
 
Ji Hêzên Têkoşîna Yekbûyî Zarîfe Çamalan got wê îsal bi coş li qadan Newrozê pîroz bikin û got sala borî ji ber pandemiyê pîroz nekirine. Zarîfeyê wiha axivî: “Newroz 600 sal in li dijî zilma Dehakan tê pîrozkirin. Newroz serhildana gele. Li dijî serdestiya gelan têkoşîna tê dayîne. Îro dibêjin ji karderxistin qedexene, pakêtan derdixin lê ji bo xwe derdixin. Li dijî jikarderxistinê tiştekî nakin. Li dijî kuştinên jinan tişteşkî nakin. Ji ber vê jî bi coşek mezin tevlîbûna Newrozê girîng e. Roja bilindkirina têkoşîna gelane. Em li dijî vê wek hêza têkoşîna yekbûyî wê li qadan bin. Em hemû gelan, karker û jinan dipên.”
 
‘Ji her çar alî qîrina têkoşînê mezin dibe’
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîgolu jî da zanîn ku wek Hêzên Demokrasî û Kedê ya Enqereyê ji bo plansaziya Newrozê demek dirêje hatine gel hev û got wê bi agirê Newrozê li qadan bin ûwiha got: “Îsal li gorî salên din wê bi coşek hîn mezintir bê pîrozkirin. Em ê agirê serhildana xwe bi têkoşînek mezin pêxin. Wê rojê em ê bi hemû rengên xwe li qadan bin. Di salên dawî de têkoşînek mezin tê jiyîn. Li Kurdistanê gel têkoşînek mezin didin. Li rojava jin berxwedanek mezin pêş dixînin. Ji ber em mafdarin, em cem gelê xwe ne. Em ala ku Kawayê Hesinkar hildaye bilind dikin. Ji ber em mafdarin û em ê biserkevin.”  Pakîzeyê dawiya axaftina xwe de ji bo Newroza ku wê di 21’ê Adarê de li Qada Anadolu bê pîrozkirin banga tevlîbûnê li gelê Enqereyê kir.
 
‘Ji bo bilindkirina agirê serhildanê em dipên qadan’
 
Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Çanda Anadolu (AKA DER), Denîz Altay jî daxuyakirin ku agirê Newrozê agirê serhildanê ye û got her kesê berxwe dide divê agirê serhildanê bilind bike û ji ber vê divê di 21’ê Adarê de li qadê bin.”