Şahida Newroza dîrokî ya Cizîrê Ayşe: Em wê rojê ji bîr nekin

  • 09:01 18 Adar 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Ayşe Ertene ya ku şahidî ji Newroza sala 92’an a Cizîrê re kiriye û hevjînê wê Hûseyîn Ertene ji aliyê dewletê ve wê demê hat qetilkrin, anî ziman ku ew ê tu carî wê roja reş ji bîr nekin û got: “Em wek gelê Cizîrê tu carî dev ji pîrozkirina Newrozê bernadin. Newroz sembola hatina biharê, jiyanek nû û têkoşînê ye. Niftikekê jî em bibînin em ê pêxin û Newrozê pîroz bikin.”
 
Sal 1992, ji mehan Adar û rojan Newroz bû. Newroz têkoşîn û jiyanek nû ye.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 1992'an de şêniyên Cizîrê bi bedelên mezin Newroz pîroz kirin û zincîra tirsê qetandin. Li gel hemû êrîşên polîs û tîmên taybet şêniyên Cizîrê di sala 1992'an de daketin qadan û Newroz pîroz kirin.  Li ser şêniyên Cizîrê ku daketin qadan, ji aliyê polîs û tîmên taybet ve bi çekên lûledirêj gulberan hat kirin. Piştî cizîrî çûn ser gora Sembola Newrozê Binevş Egal û çalakiyên xwe yên Newerozê berdewam kirin careke din êrîşî wan hat kirin. Polîs bi panzêr û maşîneyên zirxî ketin nava girseyê û li ser gule reşandin. Newroza Cizîrê ya wê salê li aliyekî jî wekî “Newroza bi xwîn” tê binavkirin, li gorî daneyên fermî li Cizîrê 57, li Şirnexê 47 û li Nisêbûnê jî 16 kesan di Newroza 1992'yan de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha bi sedan kes birîndar bûn. Ji rojê û şûnde Newroz li Cizîrê bû dîrok û bi wî rengî di hiş û aqilan de ma.
 
Sala borî ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê(Kovîd-19) li Cizîrê bi awayekî girseyê Newroz nehatibû pîrozkirin lê vê salê şêniyên Botanê bi coş li benda Newrozê ne ku pîroz bikin.  Ayşe Ertene(51) ya ku dayika 3 zarokane, hevjînê wê Hûseyîn Ertene jî di Newroa 92'yan hat qetilkirin ku wê demê 21  salî bû bahsa Newroaa 1992'yan kir  û got ku ew tu carî wê rojê ji bîr nakin.
 
Gel gulebaran kirin
 
Ayşe dema ku bahsa wê rojê kir, bi got “rojekê bi xwîn bû” wiha ev tişt got: “Me wekî hemû kesên ku di Newrêzê xeml û xêza xwe girêdidin kincên xwe yên kurdî li xwe kirin û em çûn qada Newrozê. Hîna çil rojê pitika min nebibû lê min nikaribû xwe di malê de bigirta. Malbatê ji ber pitikê nedixwest ez biçim qadê. Lê min tu kes guhdar nekir û ez çûm qada Newrozê. Me li qada Newrozê govenda xwe gerand. Piştî demekê ji me re agahî hat. Me bihîst ku dewletê li taxa Cûdiyê rê girtiye. Piştî demeke kurd polîsan gule li bera me jî dan û gaza îsotê avêtin me. Piştre em hîn bûn ku dewletê li taxa Cûdiyê 4 kes kûştine. Wê demê ji heft saliyan bigirin heta heftê saliyan hemû li qadan bûn. Em bi awayek girseyî ber bi goristanê ve meşiyan ji bo ku em biçin serdana şehîdên xwe. Careke din gule bera me dan û êrîşî me kirin. Her kes bi cihekî ve belav bû.”  
 
'Hevjînê min û gelek kes qetil kirin'
 
Ayşe, destnîşan kir ku di Newroza 92’an de gelek kes hatine qetilkirin û birîndar bûne û wiha pêlda axaftina xwe: “Girse dorpêç kiribûn û nedihiştin ku pêşve biçe. Gelek kes birîndar bûn. Gelek kesên birînda ji aliyê kesên di nav girseyê de hatin dermankirin. Malbata min jî wê êvarê dibihîze ku hevjînê min hatiye qetilkirin. Lê ji min re negotin. Wê rojê heta serê sibehê raneketin. Derketim kolanan li hevjînê xwe geriyam. Serê sibehê min bihîst ku hevjînê min hatiye qetilkirin.  Dema min bihîst hevjînê min hatiye qetilkirin ez ji dest xwe çûm. Heta serê sibehê şer berdewam kir. Piştî roja Newrozê em çûn nexweşxaneyê û me cinaze anî. Me xwest em cenazeyê hevjînê min li mizgeftê bişon. Lê destûr nedan.  Dema em derdiketin derve êrîş dikirin. Herî dawî 4-5 kesan cenaze birin defin kirin. Li goristanê jî êrîş kirin. Bi zorê cenaze defin kirin. Wê rojê jin, zarok, kal û pîr gûhdar nekirin êrîşî hemûyan kirin. Me wê roja reş tu carî ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”
 
‘Bêrîvanê jinekê têkoşer, berxweder û bi hêz bû’
 
Ayşeyê, diyar kir ku di Newroza 92’an de Bêrîvan Cizîrî pêşengiya gel kiriye û wiha domand: “Bêrîvanê li her derê û qadê pêşengî dikir. Bêrîvanê ji bo gel bû sembola têkoşînê. Bêrîvan jinekê têkoşer, berxweder û bi hêz bû. Bêrîvanê di temenê biçûk de di nav berxwedanê de cihê xwe girt û têkoşîna xwe meşand. Jinek zana û bi hêz bû. Evîndara gelê xwe bû. Di 92’an de jî pêşengiya gel kir. Wê rojê ji milê xwe birîndar bû lê dev ji qada têkoşînê berneda û neçû. Bêrîvanê bi têkoşîn û bedewbûna xwe me heyrana xwe û berxwedanê kir. Piştî Bêrîvan Cizîrî jiyana xwe ji dest da gelek kesî li Cizîrê navê zarokên xwe kirin Bêrîvan. Îro ‘ew’ Bêrîvan têkoşîn û berxwedanê dimeşînin. Rêya me rêya têkoşîn û berxwedanê ye. Em ê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin.”
 
‘Agirê Newrozê, agirê azadî û aştiyê ye’
 
Ayşe,  di dawiya axaftina xwe de got ew jiyanek azad û aştiyane dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cejna Newrozê ji bo Gelê Kurd bû sembol. Em êdî mirin û komkûjiyê naxwazin. Her ku Newroz nêz dibe em ji kêfa û kelecanê nikarin li cihê xwe bisekinin. Em ê îsal jî di 21’ê Adarê de li qadan bin û Newroza xwe pîroz bikin. Wekî hersal ez ê îsal jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bibim. Em wek şêniyên Cizîrê tu carî dev ji pîrozkirina Newrozê bernadin. Newroz sembola hatina biharê, jiyanek nû û têkoşînê ye. Agirê Newroza me dê tu carî venemire. Em niftikekê jî bibînin em ê pêxin û Newrozê pîroz bikin. Tu zext û zordarî nikare me bide sekinandin. Kal û pîrên me vê roja berxwedanê bi salan pîroz kirine heta roja îro û  em jî xwedî li vê mîrasa têkoşînê dertên. Ev agirê Newrozê her wiha têkoşîna Kawayê Hesinkar e. Agirê Newrozê, agirê azadî û aştiyê ye. Em dixwazin êdî kûştin bi dawî bibe. Em dev ji têkoşîna xwe bernedin. Banga min ji hemû ciwanan re ye bila derkevin qadan û bêdeng nebînin.  Bila li hember zilmê serî netewînin.”