Ji bo Abdullah Ocalan li Mexmûrê çalakî

  • 08:31 18 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê îdîayên ku derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatî belavkirin de çalakiyek şermezarkirinê li dar xistin û gotin divê demildest parêzer biçin Îmraliyê. 
 
Ji bo ew îdîayên derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku li ser medyaya civakî hatiye belav kirin. Şêniyên wargehê bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser wê esasê her malekê ji bo şikandina  tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê tê meşandin, lampeyên malên xwe tefandin û her wiha daketin kolanan û li tenekeyan dan.