Li Antalya, Mêrsîn û Sêrtê dê Newroz bê pîrozkirin
- 17:32 17 Adar 2021
- Rojane
NAVNENDA NÛÇEYAN - Ji bo pîrozbahiyên Newroza li, Mêrsîn, Sêrt û Antalyayê destûr hat dayîn.
Komîteya Amadekar a Newroza Mêrsînê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî walîtiyê dabû û ev serlêdan hat qebûlkirin. Newroz wê di 20’ê adarê de li qada Tirmiltepe ya li navçeya Akdenîzê were pîrozkirin.
Antalya
Komîteya Amadekar a Newroza Antalyayê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de were lidarxistin, serî li walîtiyê da û destûra pîrozbahiyê hat dayîn. Newroz wê li Meydana Bajêr a Kepezê were pîrozkirin.
Sêrt
Komîteya Amadekar a Newroza Sêrtê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21'ê Adarê de were lidarxistin serî li walîtiyê da. Destûr hat dayîn û Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiyê bang li xelkê Sêrtê kir ku tevli Newrozê bibin.