Li gelek bajaran banga beşdariya Newrozê hat kirin

  • 16:21 17 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ji bo pîrozbahiya Newrozê daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de banga beşdariya Newrozê hat kirin.
 
Îsal ji bo Newroza ew ê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin" bê pîrozkirin li gelek navendan daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hat gotin "Em ê bi govend û coşa xwe Newrozê pîroz bikin."
 
Edene
 
Li Edeneyê ew ê di 21'ê Adarê de saet di 11.00'an de li Şanoya Mimar Sinan Newrozê bê pîrozkirin. Ji bo vê yekê daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Edeneyê hat dayin. Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Karakiş beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Komîteya Tertipê ya Newrozê Yaşar Demir anî ziman ku ew ê Newroz ji siberojê re bibe hêvî. 
 
Hatay
 
Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê li Hatayê daxuyanî da. Ji bo pîrozbahiya li Kuçeya Yildirimtepe ya di 21'ê Adarê de banga beşdariyê hat kirin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş da zanîn ku Newroz vejîn e û hemû kes dawetî pîrozbahiya Newrozê kir. 
 
Semsûr
 
Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê ji bo pîrozbahiya 20'ê Adarê banga beşdariyê kir. Endamên HDP'ê bi pankarta "Newroz pîroz be" li avahiyê daxuyanî da û Hevserok Mehmet Ali Alataş anî ziman ew ê bi govenda xwe Newrozê pîroz bikin. 
 
Ew ê Newroza Semsûrê di 20'ê Adarê de li Kuçeya Mimar Sinan bê pîrozkirin.