'Me komkujiya Helebceyê ji bîr nekir'

  • 16:01 17 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Parêzer Leyla Kaplan a di daxuyaniya Baroya Wanê ya têkildarî Komkujiya Helebceyê de axivî diyar kir ku komkujiya Helebceyê yek ji lekeya reş a dîroka mirovatiyê ye û wiha got:"Me komkujiya Helebceyê ji bîr nekir."
 
Baroya Wanê têkildarî komkujiya Helebceyê ya di 16'ê Adarê de ji aliyê rejîma Seddam ve hat kirin li avahiya baroyê daxuyanî da. 
 
Leylayê da zanîn ku  komkujiya Helebceyê yek ji lekeya reş a dîroka mirovatiyê ye û wiha got:"Tu guman tune ye ku ev hadîseya bi êş paqijiya etnîkî ya li ser kurdan e. Rejima Baasê ya komkujiya Helebceyê kir hilweşiya. Lê belê komkujiyên li cîhanê li ser mirovan hîn didomin. Komkujiya Helebceyê yek ji lekeya reş a dîroka mirovatiyê ye. Me komkujiya Helebceyê ji bîr nekir."