Di êrişên çekdarî de 6 jin hatin qetilkirin
- 12:45 17 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amerîkayê, li 3 eywanên masajê êrişên çekdarî pêk hatin û 6 jê jin 8 kes di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Atlanta yê parêzgeha Georgiayê yê Amerîkayê, li 3 eywanên masajê êrişên çekdarî pêk hatin. Hat diyarkirin ku di êrişan de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Beşa Polisan a Atlantayê, têkildarî êrişan daxuyanî da û diyar kir ku êrişkar Robert Aaron Long (21) e û hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 6 jê asyayî ne.
Li aliyê din ji ber ku li Amerîkayê asyayî ji belavbûna vîrûsa koronayê berpirsiyar tên girtin, di sûcên li dijî asyayiyan de zêde bûne.