Çalakiya Emîne Şenyaşar 9 roj in didome

  • 10:19 17 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya rûniştinê ya ku Emîne Şenyaşar bi kurê xwe re bi daxwaza "edaletê" li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 9'an de berdewam dike. Ligel dozger baxçeyê edliyê li malbatê qedexe kir jî çalakiya malbatê didome. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên 24'ê hezîrana 2018'an di 14'ê hezîranê de parêstvanên parlamanterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de Haci Esvet Şenyaşar, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar qetil kiribûn û Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar jî hatibûn birîndarkirin. Fadil hêj birîndar bû hat binçavkirin û piştre jî hat girtin. Roja ku hatî girtin heta îro di hicreyê de dimîne. 
 
Ji bo ku bûyer bê ronîkirin û kiryar bên darizandin Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet 9 roj in di nobetê de ne. Ligel dozger baxçeya edliyeyê qedexekir jî malbatê çalakiya xwe didomîne.