‘Bila daxwaza zarokên me bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin’

  • 09:05 17 Adar 2021
  • Rojane
 
MANÎSA - Dayika girtiyê bi navê Ramazan Kizildag,  Şukriye  Kizildag da zanîn ku divê daxwaza girtiyên ku 111 roj in di greva birçîbûnê de ne demildest bê qebûlkirin.
 
Dayika girtiyê bi navê Ramazan Kizildag, Şukriye Kizildag diyar kir ku girtî bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila daxwaza zarokên me bên qebûlkirin. Em dixwazin ku wan serbest berdin.”
 
‘Dewlet zextê li zarokên me dikin’
 
Şukriyeyê destnîşan kir ku ji bo zarokên wan rehet bixwînin û mezin bibin ji warê xwe koç kirine û wiha pê de çû: “Kurê min di 17 salî de hat girtin. 26 sal in girtiye. Li hemû girtîgehan gerandin. Em hesreta hev man. Ne ez kurê xwe dikarim hembêz bikim ne ew. Me jî wek mirovên din ji bo zarokên me rehet bixwînin û mezin bibin warê xwe terk kir lê dîsa jî em ji zextê xilas nebûn. Zarokên me ya tên kuştin yan jî tên girtin.”
 
‘Dewlet ji jinan ditirse’
 
Şukriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku zarok, kal-pîr, jin û mêr ferq nake, ji hemû kurdan ditirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojên borî de dayikên 70 salî girtin. Naxwazin kurd siyasetê bikin wan diçewisînin. Lê kurd natirsin. Herî zêde jî ji jinan ditirsin.”
 
‘Heta ez sax bim ez ê biçim girtîgehê’
 
Şukriyeyê bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Kurê min jî berê 4 mehan ketibû grevê û ketibû rojiya mirinê. Em naxwazin zarokên me tiştek pê bê. Dayik her tim vê dibêjin lê kes deng nake. Ez bi kurê xwe serbilind im. Heta ku ez sax bim ez ê biçim girtîgehê. Ez dest jê bernadim. Her tim li pişt kurê xwe me. Di 1995’an de ji bo mafê hevdîtina vekirî 3 mehan ketin grevê. Ew kengî bikevin grevê em li pişt wan e. Niha ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketine grevê. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Ger tecrîd rabe wê pirsgirêk jî çareser bin. Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd ê hemû bindestan e.”
 
‘Ji bo bikujin me zarok neanîn dinê’
 
Şukriyeyê daxuyakirin ku li tu welatekî wek Tirkiyeyê zilm û heqeret tune ye û got ew dixwazin şer bi dawî be, xwîn nerije û wiha berdewam kir: “Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Ereb kî dibin bila bibe, bila kes nemire. Me ji bo ku zarokên me bikujin neanî dinê. Wek mirovên din mafên me jî hene.”
 
‘Pêkanînên kêfî didomin’
 
Şukriyeyê bi lêv kir ku li girtîgehan radyo, kovar û rojname tên desteserkirin û got: “Pirtûkên em dibin şûnde didin. Di lêgerînên koguşan de tên desteserkirin. Pêkanînên kêfî didomin. Cezayên hucreyê didin. Daxwaza me ev e ku bila tiştek bi zarokên me neyê û demildest daxwaza zarokên me bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin.”