Ji bo Newrozê bang: Em bi rihê berxwedanê tecrîdê bişkînin

  • 09:04 17 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Nûnerên partiya siyasî û aktîvîstên jin hemû jin û ciwan dawetî Newrozê kirin û diyar kirin ku ew ê bi rihê berxwedanê li qada Newrozê bên gel hev.
 
Newroz îsal bi dirûşma ‘em bi agirê Newrozê li berxwe bidin, azad bibin’ wê bê pîrozkirin û 30 bajar bi giştî li 61 navendê bê pîrozkirin. Li Wanê jî di 21’ê Adarê de li quntarên Kelehê wê bê pîrozkirin. Li bajar amadekariyên Newrozê didomin û bîlbordên ‘Newroz pîroz be’ hatin daliqandin. Li aliyê din jî Partiya Demokatîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Azadiyan û Mirov (PIA) li taxan xebatên xwe didomînin û gel dawetî Newrozê dikin.
 
Tê payîn ku wek her sal îsl jî jin zêdet tevlî Newrozê bibin û nûnerên partiya siyasî peyamên Newrozê dan û banga tevlîbûnê kirin.
 
‘Heta tecrîd bê şikandin em li qadan e’
 
Parlametnera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bi lêv kir ku wê bi berxwedanek mezin Newrozê pîroz bikin û wiha berdewam kir: “Di 8’ê Adarê de li her çar alî cîhanê jin li dijî qirkirinê, şîdetê, komkujiyê daketin qadan. Divê jin di her qada jiyanê de hebe. Em ê di Newrozê de careke din li dijî tecrîdê, ji bo aştiyê li qadan bin. Heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bê, heta tecrîd bişkê wê jin li qadan bin.”
 
‘Em bi agirê Newrozê govendê bigerînin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gurbet Oktay jî destnîşan kir ku xweza her sal bi hatina biharê re xwe nû dike û bihar rengê jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz cejna jinê ye. Ji bo em ji polîtîkayên desthilatdariyê re bêjin bes e, em ê biherikin qada Newrozê. Em bi hev re bi agirê Newrozê re govendê bigerînin. Ez her kesî vexwendiyê qadê dikim.”
 
Bi yekîtiya neteweyî bo qada Newrozê bang hat kirin
 
Cigira Serokê Giştî ya PÎA'yê ya Wanê Menîce Gulmez jî bi lêv kir ku Newroz, vejîna nû ya xwezayê ye û mizgîniya jiyaneke nû ye û wiha pê de çû: “Newroz li dijî zext û zilmê serhildan e. Newroz agirê azadiyê yê Kawa li dijî zilma Dehaq daye destpêkirine. Daxwaza azadiya gelê kurd a bi salane di bin zilmê de ne. Em bang li gelê kurd dikin ku bila xwedî li yekitiya neteweyî derkevin.”
 
‘Em her kesî dipên qada Newrozê’
 
Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli jî balkişand ser bernameyên Newroza ku îsal wê bê pîrozkirin û got bila jin bi cilên gelêrî tevlî bibin û got: “Ji ber şikandina tecrîdê divê tevlîbûnek girseyî hebe. Em ji bo qirkirina azadî, demokratîk û azadiyê li qadên Newrozê bin. Em ji 7’an heta 70’ê her kesî dipên qadê.”
 
Newroz wê li quntarên Kelehê bê pîrozkirin
 
Piştî serlêdanên fermî ya komîteya Terpîtê ya Newrozê ya Wanê şûnde di 13’ê Adarêde li avahiya HDP’a Wanê daxuyaniyek hat dayîn û deklerasyona Newrozê hat aşkerakirin. Li gorî vê Newroz wê li quntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û mêvanên din wê cih bigirin. Her wiha Koma Vardiya, Koma Awaza Azad, Xecê û Azad Bedran wê bi stranên xwe tevlî bibin.