Li gelek navendan komkujiya Helebçe hat şermezarkirin

  • 16:03 16 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin, partî û gelek saziyên sivîl ên civakî di 33'emîn salvegera komkujiya Halebçe de li gelek navendan daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. 
 
Rejîma Saddam Huseyîn di 16'ê Adara 1988'an de li Helebçeyê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de herî kêm 6 hezar û 357 kesan jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes bi giranî birîndar bûn. Bi hezaran zarokên piştî komkujiyê ji dayik bûn an seqet çêbûn an jî nexweş ketin. Bi minasebeta 33'emîn salvegera komkujiya Helebçê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komxebata Tifaqa Kurdistanî û gelek saziyên sivîl ên civakî li gelek navendan daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. 
 
Ji Komxebata Tifaqa Kurdistanî daxuyaniya komkujiyê 
 
Partî û tevgerên siyasî yên kurd ku Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bi wesîleya Komkujiya Helebçeyê li Navenda Giştî ya PDK-T’yê ya li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserok, serok û nûnerên partiyên siyasî û tevgeran beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dîrok daye xûyakirin ku kesên xwestine têkoşîna azadiya kurdan bi qetlîam û komkûjiyan tune bikin, ew bixwe tune bûne. Heqîqeta ku gelê kurd di riya azadiyê de derxistiye holê vê rastiyê nîşan dide. Dîrok carek din da nîşandan ku têkoşîna azadiya Gelê kurd nikare bê astengkirin. Em bang li hemû Gelê kurd ku li çar perçeyên Kurdistanê ne, li hemû rêxistin û partiyan dikin ku li dora yekîtiya netewî bicivin. Tevî vê bangewaziyê em qetlîamên Enfal, Helebce, Roboskî û bi dehan qetlîamên din lanet dikin û em dê tu caran qetlîama Helebceyê û qetlîamên din ji bîr nakin.” 
 
Li Êlihê komkujî hat şermezarkirin 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li avahiya Navçeya Navendî ya Êlihê komkujî şermezar kir. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryaki, Hevşaredara Êlihê ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin Songul Korkmaz, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên TJA,  Meclîsa Ciwanan a HDP'ê amade bû. Di bernameyê de wekilê HDP'ê Ruştu Tiryakî axivî û anî ziman ku komkujiyên li dijî Kurdan sedema yekîtiyê ye û wiha got: "Gelê Kurd baş dizane ku van komkujiyan ji bîr bikin dê komkujiyên din pêş bikevn. Komkujî sedeme ku Kurd bibin yek. Helebce sedema Yekîtiya  Kurdan e." 
 
Li Edeneyê bernameya bîranînê 
  
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Nûnerên DAD, ESP, Komeleya Mafan a Anadolu û rêveberên HDP'ê amade bûn. Rêveberê HDP'ê Taylan Çelik, anî ziman ku bi dehan caran daxwazên Kurdan ên aştî, azadî û demokrasiyê bi komkujiyan hatiye bersivandin û komkujî şermezar kir. Rêxistina HDP'ê li Navçeya Ceyhanê jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. 
 
Li Hatayê sînevîzyon hat nîşandan 
 
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Îskenderunê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê yên Hatay û Îskenderûnê tev li daxuyaniyê bûn. Di bernameyê de wêne hatin daliqandin û sînevizyona têkildarî komkujiyê hat pêşandan. Rêxistina HDP'ê ya Dortyolê jî bernameyek li dar xist û komkujî şermezar kir. 
 
Li Antalyayê komkujî hat şermezarkirin 
 
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Peykerê Attalosê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê li ser pacê reş qurnefil danîn û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Hevserokê HDP'a Antalyayê Muhsin Taşar, anî ziman ku ew komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. 
 
Li Mêrsînê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku komkujiyên li Qamişlo û Halebce komkujiyên herî mezin ên li dijî Kurdan in û wiha got: "Ev komkujiyên bi hovîtî pêk hatine. Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye dewletên li ser bê edaletî û neheqiyê hatine avakirin, li dijî hêzên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin bi tundî û komkujiyan bersîv didin û wiha got: "Lê em ê li her derê tekoşîna azadî, aştî û edaletê bilind bikin." 
 
Li Wanê bîranîna Helepçe
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun a ku derbarê Komkujiya Helepçeyê de axivî got, "Em ê kurd dest bidin hev û derstûrê nedin ku helepçeyên nû bên kirin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê derbarê Komkujiya Helepçeyê ku di 16'ê Adara 19988'an de hat kirin li ber avahiya xwe merasîma bîranînê li dar xist.  Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Sezaî Temellî, hevserokên Bajêr ên HDP û DBP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli bû. Di merasîmê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun axivî û got,""Em ê kurd dest bidin hev û derstûrê nedin ku helepçeyên nû bên kirin."