Ji parêzeran bang: Divê rewşa Abdullah Ocalan bê zelalkirin

  • 15:27 16 Adar 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê yên têkildarî îdiayên derbarê Abdullah Ocalan de daxuyanî dan gotin:"Malbat û parêzerên Rêber Apo û girtiyên din divê biçin Îmraliyê û rewşa tenduristiya wan zelal bike.
 
Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê  têkildarî agahiyên ku li ser rewşa tenduristî ya Abdullah Ocalan belav bûne, daxuyaniyeke nivîskî da û banga hevdîtina bi Abdullah Ocalan kirin.
 
Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê bi beşdarbûna gelek parêzer û hiqûqnasan li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê, ji bo raya giştî daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekîtiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di dîroka 14'ê Adara 2021'an de hinek agahiyên li ser hesabên malperên tevna civakî têkildarî jiyana birêz Abdullah Ocalan belav bûn. Jêdera van agahiyan nayê zanîn. Lê bi awayekî birêxistinkirî û bi zanabûn dem demê mîna van agahiyan tê belavkirin. Ev yek jî metirsiyên cidî çêdike û pêwîstî bi çareseriyên lezgîn heye.
 
Sedema sereke ya van agahiyan bi awayekî yekser bi tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ev tecrîd li dijî qanûnên mafên mirovan û tevahiya qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên girtiyên siyasî ye. Ji bo wê divê rêxistinên mafên mirovan, ên hiqûqî û rêxistinên têkildar fişarê li dewleta tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike û rê bide ku hevdîtinên bi parêzer û malbatê re pêk werin.
 
Wek parêzerên herêma Cizîrê û ji bingeha ku em parêzerên birêz Abdullah Ocalan in, em bang li tevahiya rêxistinan, desteyan û saziyên navneteweyî yên hiqûqî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û zextê li dewleta tirk bikin da ku rê bide ku parêzerên me bi çavdêriya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî serdana birêz Abdullah Ocalan bikin. Her wiha tecrîdê bi dawî bikin û bihêlin ku malbat û parêzer bi birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din re yên di girtîgeha Îmraliyê de hevdîtinan pêk bînin da ku rewşa wan a tenduristiya nas bikin.
 
Em hikumeta AKP û MHP'ê ji jiyana birêz Abdullah Ocalan berpirsyar dibînin."