Li Amedê komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin

  • 14:00 16 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - HDP'ê bi minasebeta salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê Semra Guzel axivî û got: "Yen ku li ser kurdan qetlîaman pêk tînin dawiya wan wekî Seddam dibe." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebçeyê li Parka Hazal a Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Helebçeyê ji bîr nekir, em dê nedin ji bîr kirin" hat vekirin. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Dêrsîm Dag beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Îrfan Soner qetlîama Helepçeyê şermezar kir û wiha axivî: “Dewletên navneteweyî ji vî qetlîamê re bêdeng man ji ber ku yên ku hatibûn qetîlkirin kurd bûn. Em van qetlîamên li ser Gelê Kurd şermezar dikin û yên ku van qetlîaman pêk tînîn dawiya wan dê wek Seddam be. Kî dibe bila bibe, bila dev ji van qetlîaman berdin û bila rêya aştiyê bê vekirin.” 
 
Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî axîvî û destnîşan kir ku yên ku li ser kurdan qetlîaman pêk tînin dê dawiya wan wekî Seddam be û got: “Hezar canên me bi bêhna sêvê hatin qetilkirin. Ev qetlîam ne nû nin. Li rojavayê, Şengal û Roboskî de her roj van qetlîaman dikin. Em vê baş dizanin ku tên ku van qetlîaman pêk anîne, dawiya wan ji destê gel bûye. Seddam jî ku ev qetlîaman pêk anî hêza xwe ji dewletên navneteweyî girt. Bi van qetlîaman dixwazin kurdan tune bikin. Lê belê hûn nikarin hebûn û nasnameya me tune bikin. Em ji vir de dîsa yên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe jidest dane bibîr tînin.”