Ji TAJÊ ji bo Abdullah Ocalan daxuyanî

  • 12:58 16 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û gotin: "Em bi tu awayî tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û heta agahiyê jê bigirin em nasekînin." 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê têkildarî îdîayên derbarê jiyan û tendûristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Axîn ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk kengê tengav dibe û têk diçe, zextên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dike. Ev 22 sal in Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de tê tecrîdkirin, ev tecrîd her roj girantir dibe. Ev demeke qet agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta Tirk a faşîst her tengav dibe û têk diçe, tecrîdê girantir dike.
 
Bi tecrîda Rêber Apo dixwazin Gelê Kurd fêrî jiyaneke bê Rêber Ocalan bikin.  Em weke civaka êzidî û bi taybet jî weke jinên êzidî Rêber Apo weke hebûna xwe dibînin. Niha civaka êzidî bi fikrên Rêber Apo bi pêşengiya jinên êzidî xwe rêxistin dike û dibe xwedî îrade. Em weke jinên êzidî û civaka êzidî tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nakin û em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin.
 
Ev rewşa heyî me dixe nava fikaran. Ji ber vê divê herkes ji bo Rêber Apo rabe ser piyan. Azadiya Rêber Ocalan azadiya gerdûn, cîhan û hemû civakê ye. Bi taybet em weke civaka êzidî weke azadiya xwe dibînin. Piştî fermanê fikrê Rêber Apo me rakir ser piyan, ji saya fikrên Rêber Apo de em îro ji bo xweseriyê têdikoşîn, xwe ji êrîşan diparêzin.
 
Divê hevdîtin di demeke herî zûde bi Rêber Ocalan re pêk bê. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî were girtin. Li ser banga KCDK-E em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkoşîn û berxwedana bilind bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Em bang li raya giştî jî dikin ku ji bo Rêber Ocalan bikevin tevgerê."