Baxçeyê Edliyê li Emîne Şenyaşar a di çalakiyê de qedexe kirin

  • 11:23 16 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya rûniştinê ya ku Emîne Şenyaşar bi kurê xwe re bi daxwaza "edaletê" li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike. Dozger baxçeyê edliyê li malbatê qedexe kir.
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an  di 14'ê Hezîranê de parêstvanên parlmanterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de Haci Esvet Şenyaşar, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar qetil kiribûn û Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar jî hatibûn birîndarkirin.
 
Ji bo ku bûyer bê ronîkirin û kiryar bên darizandin Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet bê bicihanîn 8 roj in di nobetê de ne. 
 
Emîne û lawê xwe ku xwestin bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bikin heta niha ji wan re tu bersîveke erênî nehatiye dayîn. Emîne duh bi îdaya "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" hatibû binçavkirin. Emîne piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan û careke din vegeriya ber edliyê.
 
Emîne û lawê wê negirtin baxçeyê edliyê
 
Emîne û lawê xwe yên hatin ber edliyê, xwestin çaakiya xwe bidomînin lê ew negirtin baxçeyê edliyê. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got, "Dozger baxçeyê edliyê li me qedexe kir û nehişt ku em di derî re jî derbas bibin. Hemû cîhanê banga me ya edaletê bihîst lê Wezîrê Edaletê nebihîst."
 
Emîne û lawê wê Ferît ku kesekî ew negirtin baxçeyê edliyê li ber deriyê edliyê çalakiya xwe didomînin. Emîne li aliyekî rondikên xwe barandin û li aliyekî jî got, "Êdî bes e em bi vê dewletê re mirin, xwedê ma  tu ne li jorî?"