Encamnameya Konferansa Hevbeş a Jinên ji neteweyên cuda aşkera bû

  • 13:30 14 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa Hevbeş a Jinên ji Neteweyên cuda ji aliyê Komîteya Amadekar a konferansê ve hate eşkerekirin.
 
Di çarçoveya karên hevbeş ên jinan de di 6’ê Adarê de li ser online jinên Efganistan, Îran, Ereb û Kurd konferansek hevbeş a jinan li dar xistin. Komîteya Amadekar a Konferansê bi 6 xalan biryarên di konferansê de hatin girtin bi encamnameya konferansê re aşkera kirin.
 
Di konferansê de Endama Komeleya Şoreşgerên Jinên Efganistanê Sara Sema, Endama Rêxistina Tirîbonal a Îranê Mêrsêde Qaidî, Endama KJAR’ê Mîryem Fetihî, Çalakvana Mafên Mirovan  Heyfa Elesedî, Endama Hevsengiya Platforma Dekokrasî ya Îranê Besê Şamarî axivîn û piştre nêrina delegeyên konferansê wergirtin.
 
Xalên di encamnameyê de hatin aşkerakirin wiha ne:
 
"*Têkoşîna hevbeş a jinan  li ser bingehê nasîn û piştgirîkirina hev ya li dijî siyaseta şerxwaz,  dagirkeriya emperyalîzma cîhanî û herêmê, sermayedariyê weke beşa sereke ya têkoşînê hate destnîşan. Di vî warî de pêwîstî bi yekdengiya jinan heye.
 
*Piştgirî û piştevaniya jinên panaber û koçber û bi taybet jinên Efganistan ên li Îranê ku bûne qurbanê siyaseta şovenîst û ji hemû mafên xwe hatine bêparhiştin.
 
*Têkoşîna hevbeş a li dijî Qanûna Komara Îslamî ya ku jinan bindest dike.
 
*Li dijî siyaseta Komara Îslamî ku bûye sedema lewazkirina rêgez, nijad, aborî û siyasî ya ku bi rêya bicihkirina qanûnê li dijî jinan, têkoşînek hevbeş.
 
*Têkoşînek hevbeş ya ji bo azadî û piştgiriya girtiyên siyasî-sivîl û jinan.
 
*Ji bo parastina jinan û yekrêziyê, pêkanîna mekanîzmeyek û avakirina eniyek hevbeş ji bo parastina beden, çand, siyasî û aboriyê. Bi rêya pêkanîna kampanyayek hevbeş û yekdeng ku piştgiriyê bide hemû tevger, raperînên jinan ya li hemberî teror, êriş û hebûna jinan dike armanc.
 
Di dawiyê de jî komîteyek 5 kesî di konferansê hatiye hilbijartin û wê ev komîte di ragihandina encamname, encama pejirandina konferansê de alîkarbe û wê ji bo pêşxistina pêngavê têbikoşe." 
 
Gelek jin tevli pêngavê bûn
 
Hate gotin ji derveyî kesên dema borî tevlî konferansê bûyîn, beriya ku encamname were amadekirin gelek rêxistinên jinan jî tevlî pêngavê bûne û bangewaziyê îmze kirine. Navê van rêxistinane jî bi vî awayî ye; “Jinên Serbixwe yên Koln’ê, Desteya Mafê Jinan ya li Swîdê, Şehên Puya û Mêhengîz Nimet.”