Encamnameya Konferansa Hevbeş a Jinên ji neteweyên cuda aşkera bû 2021-03-14 13:30:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa Hevbeş a Jinên ji Neteweyên cuda ji aliyê Komîteya Amadekar a konferansê ve hate eşkerekirin.   Di çarçoveya karên hevbeş ên jinan de di 6’ê Adarê de li ser online jinên Efganistan, Îran, Ereb û Kurd konferansek hevbeş a jinan li dar xistin. Komîteya Amadekar a Konferansê bi 6 xalan biryarên di konferansê de hatin girtin bi encamnameya konferansê re aşkera kirin.   Di konferansê de Endama Komeleya Şoreşgerên Jinên Efganistanê Sara Sema, Endama Rêxistina Tirîbonal a Îranê Mêrsêde Qaidî, Endama KJAR’ê Mîryem Fetihî, Çalakvana Mafên Mirovan  Heyfa Elesedî, Endama Hevsengiya Platforma Dekokrasî ya Îranê Besê Şamarî axivîn û piştre nêrina delegeyên konferansê wergirtin.   Xalên di encamnameyê de hatin aşkerakirin wiha ne:   "*Têkoşîna hevbeş a jinan  li ser bingehê nasîn û piştgirîkirina hev ya li dijî siyaseta şerxwaz,  dagirkeriya emperyalîzma cîhanî û herêmê, sermayedariyê weke beşa sereke ya têkoşînê hate destnîşan. Di vî warî de pêwîstî bi yekdengiya jinan heye.   *Piştgirî û piştevaniya jinên panaber û koçber û bi taybet jinên Efganistan ên li Îranê ku bûne qurbanê siyaseta şovenîst û ji hemû mafên xwe hatine bêparhiştin.   *Têkoşîna hevbeş a li dijî Qanûna Komara Îslamî ya ku jinan bindest dike.   *Li dijî siyaseta Komara Îslamî ku bûye sedema lewazkirina rêgez, nijad, aborî û siyasî ya ku bi rêya bicihkirina qanûnê li dijî jinan, têkoşînek hevbeş.   *Têkoşînek hevbeş ya ji bo azadî û piştgiriya girtiyên siyasî-sivîl û jinan.   *Ji bo parastina jinan û yekrêziyê, pêkanîna mekanîzmeyek û avakirina eniyek hevbeş ji bo parastina beden, çand, siyasî û aboriyê. Bi rêya pêkanîna kampanyayek hevbeş û yekdeng ku piştgiriyê bide hemû tevger, raperînên jinan ya li hemberî teror, êriş û hebûna jinan dike armanc.   Di dawiyê de jî komîteyek 5 kesî di konferansê hatiye hilbijartin û wê ev komîte di ragihandina encamname, encama pejirandina konferansê de alîkarbe û wê ji bo pêşxistina pêngavê têbikoşe."    Gelek jin tevli pêngavê bûn   Hate gotin ji derveyî kesên dema borî tevlî konferansê bûyîn, beriya ku encamname were amadekirin gelek rêxistinên jinan jî tevlî pêngavê bûne û bangewaziyê îmze kirine. Navê van rêxistinane jî bi vî awayî ye; “Jinên Serbixwe yên Koln’ê, Desteya Mafê Jinan ya li Swîdê, Şehên Puya û Mêhengîz Nimet.”