Êrîşa li hember jinên li Zanîngeha Koç hat şermezarkirin

  • 18:16 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Endamên hîndekariya Zanîngeha Koç, êrîşa li hember xwendekarên ku qetilkirinên jinan protesto kirin, şermezar kirin.
 
Xwendekarên jin di 15’ê cotmehê de li Zanîngeh a Koç qetilkirina jinan protesto kirin û bi hinceta dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirin bi êrîşa nîjadperest re hatibûn rû hev. Endamên Hîndekariya Zanîngeha Koç der barê mijarê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku ew êrîşê şermezar dikin. her wiha di daxuyaniyê hat destnîşan kirin ku ji bo parastina azadiyan divê hemû gav bên avêtin.