Li girtîgehê pirtûkên kurdî desteser kirin
- 17:01 12 Adar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T girtiyê bi navê Nezîr Katar di hevdîtina heftane de ragihand ku gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtiye û pirtûkên kurdî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê zêxt û êrişên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Girtî Nezîr Katar ê ku li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re agahî dan hevjîna xwe Cîhan Katar. Cîhanê anî ziman ku gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtine û pirtûkên wan ên kurdî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirine.