Li girtîgehê pirtûkên kurdî desteser kirin 2021-03-12 17:01:59     ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T girtiyê bi navê Nezîr Katar di hevdîtina heftane de ragihand ku gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtiye û pirtûkên kurdî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.    Li girtîgehên Tirkiyeyê zêxt û êrişên li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Girtî Nezîr Katar ê ku li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re agahî dan hevjîna xwe Cîhan Katar. Cîhanê anî ziman ku gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtine û pirtûkên wan ên kurdî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirine.