Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin

  • 18:30 11 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Hevseroka Xelîlîyê ya HDP'ê ya Rihayê Hatîce Goktepe hat binçavkirin û welatiyek bi navê Ferît Avci hat binçavkirin.
 
Li Rihayê di saetên serê sibê de serdegirtina malan pêk hat. Di encama serdegirtinê de Hevseroka Xelîlîyê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Hatîce Goktepe hat binçavkirin. Her wiha welatiyek bi navê Ferît Avci jî hat binçavkirin.
 
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.