Li Pasûrê baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir

  • 18:43 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Barîna baranê ya li Pasûrê bi bandor bû di rêyan de bû sedemê hezazan. Wesayîteke ku di nav çem de asê mabû jî ji aliyê tîmên şaredariyê ve hate derxistin. 
 
Ji ber barîna barana zêde ya li navçeya Pasûr a Amedê ava çeman zêde bû û lehî rabû. Li herêma Serê Duavê ku Çemê Şekiran û Navro yên navçeyê digihin hev wesayîtek asê ma. Wesayîta asê mabû ji aliyê wesayîtên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê ve ji çem hate derxistin. 
 
Li aliyê din di rêya bejahî ya çiyayan ên navçeyê de jî li gelek cihan hezan çêbûn. Rayedarên şaredariyê gel û ajokar hişyar kirin ku ji ber kevirên tên ser rê û barîna barana zêde baldar bin.