Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin 2021-03-11 18:30:21     RIHA - Hevseroka Xelîlîyê ya HDP'ê ya Rihayê Hatîce Goktepe hat binçavkirin û welatiyek bi navê Ferît Avci hat binçavkirin.   Li Rihayê di saetên serê sibê de serdegirtina malan pêk hat. Di encama serdegirtinê de Hevseroka Xelîlîyê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Hatîce Goktepe hat binçavkirin. Her wiha welatiyek bi navê Ferît Avci jî hat binçavkirin.   Sedema binçavkirinan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.