Jinên Şengalê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin
- 13:09 9 Adar 2021
- Rojane
ŞENGAL - Jinên Şengalê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.
Bi sedan jinên Şengalê di 8’ê Adarê de bi cil û bergên xwe yên gelêrî li qada şahiyê ya Geliyê Kersê bi reng û dengên xwe xemilandin. Jinan di despêkê de ji asayişa xwe heta qada Şahiyê bi tilîlî, erbane û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Şengalê meşiyan". Jinan bi govened û stranên xwe coşa şahiyê mezintir kirin. Şahî bi beşdarbûna komên dîlan, stran û şanoyê geştir bû. Bihevrebûna jinan peyama têkoşîna bi hev re da.
Şahî bi govenda jinan bi dawî bû.