Jinên Şengalê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin 2021-03-09 13:09:58   ŞENGAL - Jinên Şengalê bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.    Bi sedan jinên Şengalê di 8’ê Adarê de bi cil û bergên xwe yên gelêrî li qada şahiyê ya Geliyê Kersê bi reng û dengên xwe xemilandin. Jinan di despêkê de ji asayişa xwe heta qada Şahiyê bi tilîlî, erbane û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Şengalê meşiyan". Jinan bi govened û stranên xwe coşa şahiyê mezintir kirin. Şahî bi beşdarbûna komên dîlan, stran û şanoyê geştir bû. Bihevrebûna jinan peyama têkoşîna bi hev re da.    Şahî bi govenda jinan bi dawî bû.