Li Berlînê pîrozbahiya 8'ê Adarê

  • 20:15 8 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.
 
Meclîsa Jinan a DEST-DAN li gel jinên Kurdistanî û gelek komên femînîst ên enternasyonalîst 8’ê Adarê pîroz kir.
 
Li aliyekê jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem a darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ îmze komkirin û li aliyekî jî pirtûka Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan dan nasîn. 
 
Aktivîstên daxuyanî dan, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin. Jinan diyar kir ku wê li dijî qetilkirina jinan, li dijî dîktator û serweriya sîstema mêr li her qadê li ber xwe bidin.
 
Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.