Li Berlînê pîrozbahiya 8'ê Adarê 2021-03-08 20:15:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.   Meclîsa Jinan a DEST-DAN li gel jinên Kurdistanî û gelek komên femînîst ên enternasyonalîst 8’ê Adarê pîroz kir.   Li aliyekê jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem a darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ îmze komkirin û li aliyekî jî pirtûka Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan dan nasîn.    Aktivîstên daxuyanî dan, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin. Jinan diyar kir ku wê li dijî qetilkirina jinan, li dijî dîktator û serweriya sîstema mêr li her qadê li ber xwe bidin.   Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.