Jinên kurd li Êrîvanê 8’ê Adarê pîroz kirin
- 16:41 8 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Yekîtiya Jinên Azad, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.
Yekîtiya Jinên Azad li Êrîvana Ermenîstanê li Mala Gel a Êrîvanê ji bo 8'ê Adarê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar axivî û got: "Em bi hêsanî nehatin van rojan. Bi bêrdêlên mezin em hatin van rojan. Em bang li hemû jinan dikin ku li ser xeta paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo bibin yek û têbikoşin.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.