Jinên kurd li Êrîvanê 8’ê Adarê pîroz kirin 2021-03-08 16:41:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Yekîtiya Jinên Azad, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.   Yekîtiya Jinên Azad li Êrîvana Ermenîstanê li Mala Gel a Êrîvanê ji bo 8'ê Adarê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar axivî û got: "Em bi hêsanî nehatin van rojan. Bi bêrdêlên mezin em hatin van rojan. Em bang li hemû jinan dikin ku li ser xeta paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo bibin yek û têbikoşin.”   Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.