Nûçegîhana me Gulîstan Azak anîn edliyeyê

  • 12:35 26 Kanûn 2020
  • Rojane
DÊRSIM-Nûçegîhana me Gulîstan Azak a li Pêrtagê hat binçavkirin ji bo îfadeyê birin Edliyeya Dêrsimê. 
 
Nûçegîhana me Gulîstan Azak do dema ji şopandina nûçeyan ji Pêrtaga Dêrsimê vedigeriya Amedê li nokteya polîsan hat sekinandin û hat binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku di çarçoveya doza 2018'an de biryara anîna bi zorê di derbarê Gulîstanê de heye û bi vê hincetê hatiye binçavkirin. Ji bo girtina îfadeyê ya bi SEGBIS'ê Gulîstanê anîn Edliyeya Dêrsimê.