Jinên bêrikan çêdikin: Her nexşek wateya wê heye

  • 09:02 19 Cotmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Jinên di atolya bêrikan a 13 sal berê di bin bana şaredariya Wanê de hat vekirin dixebitin wiha gotin: "Em ligel stranan dixebitin. Em govendê digerînin. Her nexşek bêrikan wateyek wê heye.”
 
Di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 13 sal berê atolya bêrikan hat vekirin. Jinên di atolyeye de dixebitin, kêfxweşî, xemgînî û êşên xwe li bêrikan nexweş dikin. Benên pê bêrik tên çêkirin jî dîsa ji hiriyê û bi boyaxê ji aliyê jinan ve tê amadekirin.
 
Jinên bi atolyeyê de dixebitin derbarê xebatên xwe de axivîn.
 
 
Ji 13 saliya xwe de bêrikan çêdike
 
Aysel Demes ji 13 saliya xwe de bêrikan çêdike û got ev pîşe ji dê û dapîra xwe fêr kiriye. Ayselê wiha anî ziman: “Piştî zewicîm jî min karê xwe domand. Ev der hat vekirin ez hatim vir. Niha em 20 jin li vir hene. Em ewl benê xwe li ser tex rêz dikin. Em hemû li vir bi hev re dixebitin. Em ji karê xwe kêfê digirin.”
 
‘Em beramberêkeda xwe nagirin’
 
Ayselê daxuyakirin sê-çar mehan carê bêrikekê diqedînin û wiha got: “Em kedek mezin didin. Lê em beramberê keda xwe nagirin. Zarokên me diçin dibistanê. Em wan dişînin dibistanê û tên atolyeyê. Gelek kes ji ber beramberê keda xwe nagirin êdî nayên. Ji ber zor û zehmetiya kar milên me diêşin.”
 
‘Em ligel stranan dixebitin’
 
Gulîzar Gumuşta jî wiha vegot: “Min çêkirina bêrikan ji dayika xwe fêr kir. Ji roja hatiye vekirin ez di atolyeyê de dixebitim. Berê zêdetir jin dihatin lê niha ji ber şertên aborî  êdî pir kes nayên. Em sibehê saet di 08.00 û 09.00’an de tên. Em heta 17.00’an dixebitin. Em dema xwe xweş derbas dikin. Em ligel stranan karê xwe dikin. Em sohbetê dikin.”
 
Jina bi navê Suheyla Gumuştaş jî diyar kir ku çêkirina bêrikan li atolyeyê fêr kiriye û got hemû nexş li vir fêr kiriye. Suheylayê da zanîn ku her nexşek wateyek wê heye û wiha got: “Nexşên zehmet hene. Dema em van çêdikin em zehmetiyan dikşînin. Ez dixwazim hemû jin li ser milê xwe bisekinin.”