Li bajarê ku her derê wê kamera heye Rojîn çawa winda bû?

  • 09:04 19 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan derbarê windabûna Rojîn Kabaîş û mirina wê ya bi guman de axivî û got: "Li Kurdistanê bi kalekolên avakirine, tevî polîtîkaya zextê ya dagirkirinê jinek çawa dibe ku winda bibe. Em baş dizanin ku piştî lêpirsînek bi bandor bê meşandin li pişt tundî û destdirêjiya mêr heye.”
 
Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (YYÛ) bû, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargehê derket ku biçe marketê winda bû. Cenazeyê Rojînê ya 18 rojan agahî jê nehat girtin, li taxa Molla Kasim a 20 kîlometreyî dûrî perava kampusa lê winda bû, hat dîtin. Otopsiya ewil a Rojînê bi rayagiştî re nehat parvekirin. Malbatê Rojîn ji cil û bergên wê teşhîskirin. Jinan cenazeya Rojînê hilgirtin. Mirina Rojînê di mejiyê mirovan de gelek pirs hiştin. 
 
Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan derbarê Rjîn û jinên bi guman winda dibin û jiyana xwe ji dest didin de axivî.
 
‘Divê em jî bi têkoşîna xwe xofê bidin wan’
 
Tulayê da zanîn ku sala 2024’an ji bo jin û zarokan bi tundiyê derbas bûye û di meha îlonê de 30 jin hatine qeitlkirin rojê 4 jin di encama tundiya mêr de tên qetilkirin. Tulayê wiha domand: “Polîtîkayên desthildariyê dibin sedema zêdebûna tundiya mêr kujerên jinan nayên cezakirin û li derve digerin. Polîtîka bêcezahiştinê tundiyê zêde dike. Têkoşîna jinan bi salane didome. Lê Peymana Stenbolê hat feshkirin. Niha jî qanûna 6284 tê nîqaşkirin. Ev jî bêguman tundiyê zêde dike. Lê divê em jin bi têkoşîna xwe tirsê ji wan re biafirînin.”
 
‘Xebateke bi bandor nehat meşandin’
 
Tulayê bi lêv kir ku jin bi xof dijîn û li dijî qetilkirinan dadikevin kolanan û wiha domand: “Divê demildest li dijî tundiya mêr dest ji polîtîka bêcezahiştinê bê berdan. Divê li dijî tundiyê û qetilkirinan tedbîrên baş bên girtin. Rojîn 18 rojan winda bû. Em nizanin çi bi Rojînê hat. Lê em baş dizanin ku xebatek bi bandor derbarê dîtina wê de nehat meşandin. Em jin divê têkoşîna xwe ya yekbûyî bilind bikin. Hewcedariya me bi vê heye.”
 
Li pişt windabûn û mirinan gumanbarên mêr hene
 
Tulayê her wiha bi lêv kir ku welat veguheriye welatê jinên winda û got dibêjin întîxare û serê bûyerê tê girtin. Tulayê wiha anî ziman: "Mirinên biguman zêde bûne. Em nizanin çi bi jinan tê. Lê dema lêpirsînek bi bandor bê meşandin tê dîtin ku destdirêjî û tundiya mêr di bûyerê deheye. Tehemula me nemaye. Em ji bo welatekî ku jin dikaribin lê azad bijin têdikoşin.”
 
Li bajarekî ku her derê wê kamereye çawa Rojîn winda bû?
 
Tulayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistana ku her derê wê bi kamerayan hatiye dorpêçkirin dema jinek winda dibe dîmen dernakevin holê.  Li Kurdistanê bi kalekolên avakirine, tevî polîtîkaya zextê ya dagirkirinê Rojîn çawa winda  dibe. Em baş dizanin ku piştî lêpirsînek bi bandor bê meşandin li pişt tundî û destdirêjiya mêr heye.”Ez, tu, em her yek çarene. Em bi rêxistibûna xwe dikarin welatekî azad biafirînin.”